10:36 24 Mijdar 2017
Zindî
    Rojava

    'Dijberî qebûl nake ku kurd li ser xaka xwe ya dîrokî dijîn'

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 10713

    Mihemd Xêr Benko, Endamê Lijneya Siyasî ya Partiya Yekîtî ya Kurdî ragihand heyeta bilind a gotûbêjan a dijberiya Sûriyeyê ji aliyê komeke "şovenîstên ereb" ve tê birêvebirin.

    Benko bi malpera Adar Pressê re axivî û derbarê mijarê de wiha got: "Heyeta Bilind mafên kurdan di nava destûra bingehîn a siberojê de nepejirand lê hinek gotin û peyv guherandin daku Encûmena Niştimanî ya Kurdî bixapînin ku wan pêşniyarên wan ên guhertinê qebûl kirine."

    Herwiha siyasetmedarê kurd diyar kir ku "komeke şovenîst bi rê ve dibe û qebûl nakin ku kurd li ser xaka xwe ya dîrokî dijîn. Li ser daxwaza enûmenê jî ku belgeya 'London' biguherînin jî, (heyeta gotûbêjan) qet nezîkî serrastkirinên cewherî û xalên bingehîn nebû û helwesta wan li himberî gelê kurd di çarçoveya welatîtiyê de ma".

    Qomişlo / Rojava
    © Sputnik/ Hediye Levent
    "DIJBERÎ FEDERASYONÊ QEBÛL NAKE"

    Herwiha Benko derbarê helwesta dijberiyê li ser federasyonê de jî wiha got: Rakirina navê gelê kurd, federasyonê ku dijberiyê jixwe qebûl nekiriye ji binî ve radike".

    Siyasetmedarê kurd destnîşan kir ku dijberiya Sûriyeyê, Sûriyeyê wek beşekî ji welatê ereban(ê mezin) dibîne ku ev jî tê wateya redkirina pirsa kurdî ye".

    Bi heman mijarî:

    Nivîsgeha Qamişlo ya ENKSê ji nû ve hat vekirin
    2 nivîsgehên ENKSê hatin girtin
    Serokê ENKSê Biro: Em ê buroyên xwe ji nû ve vekin
    'ENKSê xwestibû ku wek tekane nûnera kurdên Sûriyeyê bê pejirandin'
    Heyeta ENKSê ji civînên Cenevê vekişiya
    ENKSê bangî PYDê kir: Xwe ji şerê birakujiyê dûr bixe
    ENKSê nûneriya xwe li Berlîna Almanyayê vekir
    Etîketan:
    Mihemd Xêr Benko, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de