17:25 20 Tîrmeh 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan

    Pûtîn û Erdogan ketin 'lîsteya 100 kesên herî bi bandor ên cîhanê'

    © Sputnik/ Aleksey Nikolskiy
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 830

    Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan ketin lîsteya kesên herî bi bondor ên cîhanê ya kovara TIMEê.

    Kovara TIME ya ku her sal lîsteya 100 kesên herî bi bondor ên cîhanê belav dike, lîsteya xwe ya îsal jî weşand.

    Di kovarê de nivîsa derbarê Pûtîn de serokê berê yê Sowyeta Kevn Mixaîl Gorbaçov nivîsand û got: "Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr ê ku bi qeyrana ku ji dema selefiyan mabû re rû bir û mabû, Rûsyayê parast û ekonomiya wê xurt kir."

    CAN DUNDAR ERDOGAN DA NASKIRIN

    Rojnamevanê tirk Can Dundar ê ku ji ber nivîsa xwe ya derbarê tirên MITê tê darizandin û niha li derveyî Tirkiyeyê dijî derbarê Erdigan de nivîsekek danasînê nivîsand.

    ​Ji aliyê din ve nivîsa derbarê Serokdewletê DYAyê Donald Trump jî Serokê Meclisa Nûneran ya DYAyê Paul Ryan nivîsî û got: "Trump serkeftineke dîrokî bi dest xist û bû serokê 45ên ê DYAyê û rêgezên siyasete ji nû ve amade kir û pêşveçûna welêt ji binî de guherand."

    Bi heman mijarî:

    Ebadî bangî Erdogan kir: Destê xwe nexe nav karê me
    Erdogan ji bo hevdîtina Pûtîn diçe Soçiyê
    Iraqê ji bo peyvên Erdogan bertek nîşanî Tirkiyeyê da
    Ji Kremlînê li ser serdana Erdogan a Rûsyayê daxuyanî
    Erdogan: Biryara YSKê teqez e û ev kar jî bidawî bû
    Etîketan:
    kesên herî bi bandor ên cîhanê, kovara time, recep tayîp erdogan, vladîmîr pûtîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de