13:17 21 Tebax 2017
Zindî
    Figen Yüksekdağ

    Figen Yuksekdag: Me wekaleta xwe ne ji desthilatdarî û dadgehan standiye

    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 1641

    Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag li ser biryara Parlamentoya Tirkiyê ya ku mafê parlamenteriyê ji wê standiye got: ‘Me wekaleta xwe ne ji desthilatdarî û dadgehan standiye. Me ji gel standiye."

    Parlamentoya Tirkiyê duh biryar girt ku mafê parlamenteriyê ji Hevseroka HDPê Figen Yuksekdagê bitsîne. Yuksekdagê îro bi rêya parêzerên xwe re peyamek nivîskî derbarê vê biryarê de belav kir. Li gorî daxuyaniya ofîsa çapemeniyê ya HDPê

    Yuksekdag wiha gotiye: "Me wekaleta xwe ne ji desthilatdarî û dadgehan lê ji gel standiye. Yên ku wê wekîltiya me bixe jî gel e. Hukmê tiştên din ji bom e nîne. Em ê ti caran ji berxwedaniya xwe paş de gavê navêjin. Bila xeman nexwin, gelê me li hemberî van tiştan wê bersiva xwe di referandûmê bi gotina ‘Na'yê bide."

    Bi heman mijarî:

    HDPê li ser xistina parlamentariya Yuksekdag daxuyaniyek tund belav kir
    Etîketan:
    parlamenterî, Parlamentoya Tirkiyê, HDP, Figen Yuksekdag
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de