15:45 25 Gulan 2018
Hevdîtinên Cenevreyê

Alîkarê Serokê Dijberên Sûriyeyê Beşar: Em ê li Cenevreyê li ser pêvajoya siyasî biaxivin

© REUTERS / Denis Balibouse
Polîtîka
Lînkê kurt
0 0 0

Alîkarê Serokê Dijberê Sûriyeyê Abdulhekîm Beşar beriya civîna Cenevreyê 2 roj an diyar kir ku wê di civînan de li ser pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê muzakereyan bikin û civîn wê heta 6ê Adarê berderwam bikin.

Hikmet Durgun

Civînên çareseriya şerê Sûriyeyê yên ku wê li bajarê Cenevre ya Swîsreyê bê lidarxistin re 2 roj man. Beriya bi civînê 2 roj an mijara ku mijara civînê eşkere bû. Alîkarê Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û

Dijber ên Sûriyeyê Abdulhakîm Beşar derbarê civînan de hin agahî da Sputnik Kurdistanê û got wê di civînan de li ser pêvajoya siyasî biaxivin.

‘NE BAWERIM KU EM BI REJÎMÊ RE LI HEV BIKIN'

Beşarê ku diyar kir ku wê civîn 24ê sibatê de bê lidarxistin wiha pê de çû: ‘Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan de Mistura dibêje wê civîn heta 6ê adarê bidom e lê ez ne bawerim ku ew qasî dewam bike. Dibe ku zûtir jî bidawî bibe. Lewra ez ne bawerim ku em û rejîmê li hev bikin, ev gelek zehmet xuya dike.'

Beşar di dirêjahiya axaftina xwe de behsa hûrgiliyên civînê kir û got ji heyeta muzakereye ya Dijberiya Bilind ya Sûriyeyê jî bi qasî 20 kes beşdar bibin. Herwiha hêzên çekdar jî wê beşdarî civînan bibin û wê muzakerayan bikin.

Beşar dibêje wê civîn ji aliyê 20 endaên dijberan ve bê birêvebirin lê haya wan ji hejmara aliyê rejîmê nîne.

‘PYD NEHATE VEXWENDIN'

Beşarê ku dibêje wê PYD beşdarî civînan nebe wiha pê de diçe: ‘PYD nehate vxwendin. Lê ENKS û Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Dijber ên Sûriyeyê wê di civînê de amade bin. Herwiha gelek  komên di bin baneya dijberiya Sûriyeyê jî wê li civînê amade bin.'

‘WÊ 5 ENDAMÊN ENKSê LI CIVÎNÊ AMADE BIN'

Beşar di dirêjahiya axaftina xwe de amaje kir ku 5 endamên ENKSê beşdarî civînê bibin. Hat gotin ku Fuat Elîko, Hewas Egît û sê kesên din wê beşdarî civînan bibin.

‘EM Ê LI SER PÊVAJOYA SIYASÎ BIAXIVIN'

Beşar amaje dike ku wê li civînê li ser mijarê siyasî biaxivin û wiha pê de çû: ‘Pêvajoya siyasî bo me gelek girîng e. Ger em bi awayekî serkeftî vê pêvajoyê muzakereyan birêve bibin, em ê derbasî gûftûgokirina pêvajoya makezagonê bibin. Lewra makezagonek nû wê pêşeroja Sûriyeyê diyar bike.'

‘REJÎMA SÛRIYEYÊ NE SAMÎMIYE'

Beşar îdia kir ku Hikumeta Sûriyeyê di civînê Cenevreyê de ne samîmiye lewma jî hêviyek wan ji civînên Cenevre 4ê tune ye. Di hevdîtina Cenevre 4ê de guherînên siyasî, reşnivîsa makeqanûnê û mijarên qanûna hilbijartinan bê nirxandin û axaftin.

Aliyên leşkeri yên ku wê  beşdarî civînê bibin wiha ne:

Fatih Hassun (Tevgera Humus Tahrîr), Beşşar el-Zubî (Cebheya Başûr), Rakan Dokan(Cebheya Başûr), Mutasim Şamîr (Feylak-ul Rahman), Ehmed Osman (Tugaya Sultan Murat), Ziyad el-Herîrî (Cebheya Başûr), Xalit Aba (Cebheya Şamê), Memun Hac Musa (Sukuru'ş Şam), Heysem Rahme (Artêşa Milê Şamê), Xalit Nabûlsî (Cebheya Başûr),

Navên siyasî yên wê beşdarî civînê bibin jî wiha ne:

Nasir el-Herîri (Heyet Başkanı), Muhammed Sabra (sermuzakerevan), Elîs Muferrij (Alîkarê Serokê Lijneyê) Fuat Elîko, Muhammed el- Şemalî, Abdulmecîd Hemo, Neşet Taîme, Abdulehad Satîfo, Xalit Muhamît, Basma Qasmanî, Ala Arafat.

Bi heman mijarî:

Dijberê Sûriyeyê bangî Hevpeymanê kir: Operasyonan rawestînin
Wezîrê tirk: Wezîrê Berevaniya DYAyê ji me re got ku PYD nikare kantonan bike yek
Serokomarê Tirk: Divê YPG-PYD Minbicê radestî birayên me yên ereb bike
Onder: Dûr an nêzîk wê derkeve holê ku PYD hevkarekî çi qas girîng e
ENKS diçe Washingtonê
Amerîkayê ENKS bi fermî vexwend Washingtonê
Etîketan:
şerê sûriyeyê û çareserî, dijberên sûriyeyê, vexwendin, enks, pyd, abdulhekîm beşar
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de