11:21 21 Mijdar 2017
Zindî
    Peşmerge di sengerê de

    Nivîskarê nêzî hikûmetê: Pêşmerge hêzek laşgirane Herêma Kurdistanê reformek çênekir

    © AFP 2017/ JM LOPEZ
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 5923

    Rojnamevanê malpera binavê Karar ku zêdetirên nivîsakarên nêzî hikûmeta Tirkin, derbarê mijara serxwebûna Herêma Kurdistanê de nivîsek weşand. Nivîsa li ser navê Galîp Dalay hatiye nivîsandin de tê gotin:"Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê hêzeke laşgirane û Herêma Kurdistanê reformek ji bo vê hêzê çênekir."

    Nivîsa Galîp Dalay bi sernava "Herêma Kurdistanê ya Iraqê çiqas nêzî Serxwebûnê ye" hatiye weşandin.

    Dalay di nivîsa xwe de dibêje:"Ji partiyên dî zêdetir PDK mijara serxwebûnê bilêv dike. Her Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî vê yekê di komcivîna Davosê de bi awayekî aşkere li vê fikrê xwedî derket. Hemû siyasetmedarên kurdên Iraqê li serxwebûna Herêma Kurdistanê xwedî derdikevin. Ji çepgiran heya partiyên îslamî"

    KURDÊN HERÊMÊ BI EREBÎ NAPEYIVIN KUÇEYAN DE SEMBOLÊN IRAQÊ TUNE NE

    Dalay derbarê zemîna sosyolojîk ya vê fikrê jî dibêje: Zêdetirên kurdên li Herêmê bi erebî napeyivin, bi awayên pisikolojik û hestî jî ji Iraqê veqetandî ne. Her ew balê dikişîne ser rewşa kuçeyên Herêma Kurdistanê jî û dibêje "Sembolên Iraqê di kuçeyên herêma Kurdistanê de tune ne."

    Dalay wek arîşeyên herî serek qeyranên aborî û hebûna xetereya DAIŞê li herêmê nîşan dide. Her ew amaje bi ekonomiya herêmê dike û dibêje: Bela ku Herêma Kurdistanê hêviyên xwe tenê bi çavkaniyên xwezayî ve girê dide lewma nikare bigihîj e serxwebûnê.
    'PEŞMERGE HÊZEKE LAŞGIRANE'

    Dalay di nivîsa xwe de her wiha dibêje krîza serokatiyê jî di nava partiyan de dibe sebebê arîşeyek mezin ku wek krîzek siyasî ya di navbera partiyan de xuya dike. Dalay her wiha di nivîsa xwe de tekoşîna li dijî DAIŞê ya peşmerge jî wek tekoşînek ya Partîzanî rexne dike û dibêje:"Peşmerge ji ewlehiya netewî wêdetir wek hêzek ya partizan dixebite.

    Peşmerge wek hêzek laşgirane û Herêma Kurdistanê derbarê vê mijarê de nebû xwediyê reformekê."

     

    ​Dalay dibêje:"Di dawiya dawî de wê Herêm bigihîje serxwebûna xwe, lê heya ku hin meseleyên bingehîn çareser neke divê herêm hinekî dijî li benda rewşa başbûnê bisekine."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Şêwirmendê Parlementoya Kurdistanê: Yan konfederalîzm an serxwebûn
    Barzanî ji Washîngton Postê re got: "Serxwebûn ne xewn û ne jî xeyal e"
    Zalmay Xelîlzad: Divê serxwebûn bibe armanca sereke
    Nêçîrvan Barzanî: Serxwebûn mafekî rewa ye
    Însiyatîfa Serxwebûn a Kurdistanê ji bo yekîtiya Kurdan peyamek weşand
    Barzanî: Serxwebûn mafê suriştî yê kurdan e
    Walîyê Mûsilê: "Serxwebûn mafê gelê kurd e"
    Barzanî: Wefa û bersiva herî baş serxwebûn e
    Etîketan:
    Herêma kurdistanê, daiş, pêşmerge, Galîp Dalay, Davos, Herêma Kurdistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de