04:34 23 Mijdar 2017
Zindî
    Yahya Sinwar

    Serokê nû yê siyasî yê Hamasê diyar bû

    © AP Photo/ Hatem Moussa
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Hamas serokê xwe yê nû yê siyasî hilbijart.

    Li gorî nûçeya al-Resala ya bi nêzîkahiya xwe ya rêxistina Hamasê tê naskirin, Yahya Sinwar hat şûna Îsmaîl Haniye yê ku ji sala 2007an û vir ve serokatiya siyasî ya aliyê Xezzayê dikir. Herwiha Xelîl el haya jî bû alîkarê Yahya Sinwar.

    ​Televizyona El Cezireyê diyar kir ku ji ber ku hêj prosedura hilbijartinê bidawî nebûye, Hamas derbarê rastiya encaman de ti agahî nedaye.

    Yahya Sinwar ji serokên Tugayên Îzzettîn El Qasim yên Hamasê ye û ew li Îsraîlê ji ber sûcên terorî 20 salan girtî maye. Sinwar di sala 2006an de li beraberî leşkere îsraîlî yê bi navê Gilad Şalit yê ji aliyê Hamasê ve hatibû revandin, serbest hate berdan.

    Bi heman mijarî:

    Îsraîl cenazeyên Hamasê dê êdî radestî malbatên wan neke
    Îsraîl: Me li hin baregehên Hamasê yên li Xezzeyê dan
    Rayedarên Hamasê bertek nîşanê peymana Tirkiya-Îsraîlê dan: Biryara Tirkiyayê ye
    Etîketan:
    serokê nu yê hamasê, yahya sinwar, xazze
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de