00:02 21 Mijdar 2017
Zindî
    Aldar Xelîl

    Aldar Xelîl: Ramana Ocalan li Bakurê Sûriyê ketiye meriyetê

    © Foto: Facebook
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 6931

    Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMê Aldar Xelîl anî ziman ku fikirê Serokê PKKê Abdullah Ocalan ên derbarê jiyanan hevbeş û biratiya gelan niha li Bakurê Sûriyê di piratîkê de ye û bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku yekîtiya xwe di çarçoveya sîstema federaliyê de xurt bikin.

    Komîteya Têkiliyên Doplomasî ya TEV-DEMê bi armanca nirxandina geşedanên siyasî û sîstema federaliya demokratîk bi dirûşmeya "Federaliya Bakurê Sûriyê Yekîtiya Demografîk a pêşeroja Sûriyê xurt dike" civîneke berfireh li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajaroka Rimêlan lidar xist.

    Aldar Xelîl di civînê de peşveçûnên dawî di warî siyasî de nirxand.

    Aldar Xelîl di destpêka axaftina xwe de 18emîn salvegera girtina Ocalan şermezar kir.

    Xelîl her wih têkoşîna pêkhateyên Bakurê Sûriyê li dijî terora cîhanî da xuyakirin û wiha pê de çû:  "Şer û têkoşîna me ya li dijî DAIŞ‘ê hişt ku hêzên cîhanê bi me re bibin alîkar û destekê bidin me. Îro em dibînin çawa kurd, ereb, turkmen, suryan, çerkes û hemû pêkhateyên Sûriyê bi yek destî şerî terorê li Reqqa, Minbic, Girê Spî, Şedadê û hermû herêmên din dikin. Ev hemû berhemên firkirê Ocalan yê ku banga yekîtî û biratiya gelan dike ne. Em dikarin bêjin ku ramanê Ocalan îro li Bakurê Sûriyê li ser zemînê pêk tê."

    Bi heman mijarî:

    Aldar Xelîl: Em derbasbûna Pêşmergeyên Roj ji bo Rojava napejirînin
    Aldar Xelîl: Tirkiye di çareseriyê de roleke neyênî dilîze
    Aldar Xelîl: Bidûrxistina HSDê ji Astanayê, çareseriyê nayêne
    Aldar Xelîl: Cihê çareseriyê ne Astana ye lê pêngavek e
    YEKÎTÎ bersiva banga Aldar Xelîl da
    Etîketan:
    şerê li dijî daiş, şoreşa rojava, ocalan, aldar xelîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de