01:42 26 Gulan 2018
Parlamentoya Tirkiyeyê

Saziya Hilbijartinê ya Tirkiyê: Referandûm wê di 16ê Nîsanê de çêbibe

© REUTERS / Umit Bektas
Polîtîka
Lînkê kurt
0 11

Serokê Saziya Hilbijartina Bilinda a Tirkiyê (YSK) Sadi Guven aşkere kir ku wê referandûma destûra bingehîn di 16ê Nîsanê de bê çêkirin.

Bendên derbarê guhertina Destûra Bingehîn de di komisyona ku ji hêla Parlamentoya Tirkiyê hatibû avakirin de bi hevkariya parlamenterên AKPê û MHPê ve di 29ê Berfanbara 2016an de hatibû qebûlkirin. Pêşnûmeya ku weke 21 bend hatibû komisyonê, daketibû 18 bendan û di 9ê Rêbendanê de li Parlamentoyê hevdîtin li ser wê hatibûn kirin.

Tûra yekemîn di 7 rojan de qediyabû û hemû bend hatibûn qebûlkirin. Di tûra duyemîn de jî piştî dengdanê hemû bend di 21ê Rêbendanê de bi hevkariya AKPê û MHPê hatibûn qebûlkirin û guhertin ji Parlamentoya Tirkiyê derbas bibû.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan guhertin di 10ê Sibatê de pesend kiribû.

agahî tên…

Bi heman mijarî:

Hevserokên HDPê dê piştî referandûmê bên darizandin
Hereketa Azadî: Em naxwazin navê xwe bi referandûmê qirêj bikin
Erdogan ji bo referandûmê: Em ê vê hefteyê biryara xwe bidin
HDKê deklerasyona xwe ya bo referandûmê ragihand
Melayek, kesên wê denge ‘na' bidin referandûmê bi xayîntiyê sucdar kir
Li Stenbolê cihên xwepêşandanên referandûmê diyar bûn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de