19:38 22 Hezîran 2017
Zindî
    Mele Bextiyar

    Mela Bextiyar: Bêyî Îranê çareserî zehmet e

    © Foto: Facebook
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Berpirsê Desteya Kargêriya Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) Mela Bextiyar, beşdarî merasîma salvegera 38emîn ya damezrandina Komara Îslamî a Îranê bû û li wê derê diyar kir ku rola Îranê di çareserkirina arîşeyên li herêmê û Rojhilata Navîn de gelekî girîng e û bê Îran çareserî gelekî zehmet e.

    Mele Bextiyar ê ku beşdarî merasîma damezrandina Komara Îslamî a Îranê ya li Hewlêrê bû derbarê rol û têsîra Îranê ya li herêmê û kurdan de hin nirxandin kir.

    ‘BÊYÎ ÎRAN ÇARESERÎ ZEHMET E'

    Mele Bextiyar ê ku kêfxweşiya xwe ya bo têkçûna rejîma Şah anî ziman û got Îran li herêmê xwedî roleke girîng e û çareserkirina arîşên li herêm û Rojhilata Navîn, bê Îranê gelekî zehmet e.

    Mela Bextiyar bal kişand li ser guherînên siyasî û felsefî, rewşa cîhanê bi taybetî welatên derodora Herêma Kurdistanê bidawîbûna Saikes Pîkot, Lozan û Cezaîrê û got; ‘Kurd û Kurdistan îro xwediyê pêgeh û sengekêye û dewletên mezin wê dipejirînin. Di vê rewşê de Îran îstîkrar û aramiya xwe parastiye û ew wekî welatê herî girîng yê jeopolîtika Rojhilata Navîn, tê qebûlkirin.'

    ‘GUHERÎN JI BERJEWENDIYÊN KURDA RE YE'

    Mela Bextiyar diyar kir ku  rêkeftina welatên dinyaye û herêmê di çarçoveya guherînên cîhanî de di berjewendiya kurdan de ye û kurd, êdi bi çi awayekî ligel hewlên Lozan û Cezaîreke din an hewlên her welatekî mezin bo kûrkirina nakokiyan ligel Iraq, Tirkiye, Îran an heraliyekî din bide, qebûl nake ku kurd zerermend be.

    Bi heman mijarî:

    PDK û YNK ji bo bihêzkirina şanda Bexdayê danûstandinê dikin
    Ji ser êrîşa mezin a bi ser PDK û YNK de 13 sal derbas bûn
    ‘PDK û YNK wê bi hev re serdana aliyan bikin'
    PDK û YNK bo referandûm û serxwebûna Kurdistanê komîteyeke hevpar ava dikin
    PDK û YNK bi beşdarbûna Nêçîrvan Barzanî û Mele Bextiyar li hev dicivin
    Etîketan:
    di mijara çareseriyê, rola îranê a li herêmê, rewşa kurdan, mele bextiyar, hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de