13:59 26 Îlon 2017
Zindî
    Sûriye

    Rûsya: Divê hevdîtinên Sûriyeyê rasterast bên kirin û kurd jî beşdarî hevdîtinan bibin

    © AP Photo/ Alexander Kots/Komsomolskaya Pravda via AP
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 6541

    Nûnerê Rûsyayê yê li Cenevreyê yê li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî Aleksey Borodavkîn ê ku dibêje divê hevdîtinên çareseriyê yên bo şerê Sûriyeyê yên ku tê payîn di dawiya mehê de li Cenevreyê bêne lidarxistin, rasterast pêk bên û herwiha divê kurd jî li ser maseya civînê cihê xwe bigrin.

    Borodavkîn got: ‘Divê hevdîtin rasterast pêk bên û li gel kurdan hemû hêzên siyasî ên aştîxwaz ên li Sûriyeyê jî li civînê bêne temsîlkirin.'

    Borodavkîn rayeya Nûnerê Taybet yê NYyê bo Sûriyeyê Staffan de Mîstura ya çêkirinan lîsteya dijberên Sûriyeyê yên ku wê beşdarî civînê bibin bi bîr xist û got: ‘Divê nûnerên Moskow, Qahîre, Astana Hmeymîm û Riyadê û lijneya ku ji nûnerên dijberên bi çek ên ku beşdarî Astanayê bûn jî di civînê de cih bigrin.'

    ‘RÛSYA, TIRKIYE, ÎRAN Û URDIN, BO GOTÛBÊJAN MERCÊN HEWCE AVA KIRIN'

    Dîplomatê rûs Borodavkîn destnîşan kir ku bi saya hewldanên Rûsya, Tirkiye, Îran û Urdinê hevdîtinên nû yên bo çareseriyê bêne lidarxistin û hêvî dikin ku hevdîtin neyê taloqkirin.

    Hatibû ragihandin ku di 9ê Rêbendanê de wê li Cenevreyê bo çareseriya şerê li Sûriyeyê civînek bê lidarxistin lê civîn piştre taloqî 20ê Sibatê bû.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Hevdîtinên Astanayê bo Cenevreyê şertên erenî derxist holê
    De Mistura: Em dikarin encamên Astanayê li Cenevreyê bi kar bînin
    Muxalîfên ku Kahire piştgiriya wan dike piştî Astana û Cenevreyê li Misrê dicivin
    Çîpras: Ez amade me beşdarî hevdîtinên Cenevreyê bibim
    Mogherini: ‘Hevdîtinên Astanayê divê li Cenevreyê dewam bike'
    Etîketan:
    çareseriya aloziyê, şerê li dijî daişê, hevdîtinên çareseriyê, Aleksey Borodavkîn, cenevre
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de