11:30 24 Îlon 2017
Zindî
    Endamê Desteya Rêveberî ya TEV-DEMê Aldar Xelîl

    Aldar Xelîl: Riya me dirêj e, ji Reqqayê wêdetir e

    © Foto: Facebook
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 12840

    Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMê Aldar Xelîl diyar kir ku êrişên dijî Efrînê metirsîdar in, lê wê bi hemû hêza xwe axa xwe biparêz in. Herwiha diyar kir ku rêya wan dirêj e, ji Reqqayê wêdetir e.

    Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMê Aldar Xelîl, beşdarî bernameyek televîzyonê bû û li wê derê derbarê êrişên li seranserê Sûriyeyê  pêk tên û rewşa kurda de hin nirxandin kir.
    Aldar Xelîl dibêje wê rêvebiriyek navendî ya ku wek çareserî hatiye pêşkêşkirin ti encam û çareserî dernekeve, lê projeya Federalizya Demokratîk ya ku li gelek welatan tên sepandin wê berjewendiyên gelê Sûriyeyê biparêze.

    ‘RIYA ME DIRÊJ E..'

    Di dewama nirxandina têkiliyên dîplomatîk de, Aldar Xelîl got ku piştî Reqqayê jî Koalîsyona Navnetewî dê alîkariya hêzên QSDê bike û wiha axivî: ′'Riya me dirêj e. ji Reqqayê wêdetir e.'

    ‘NÛNERÊN RASTÎN YÊN GEL LI DERVEYÎ CIVÎNAN DIMÎNIN'

    Aldar Xelîl rexne li civîna Cenevre 4ê kir û  got aliyên ku li ser xwîna gel bazarê dikin îro li civînan wekî nûner cih digrin lê nûnerên rastîn yên gel li derveyî van civînan tên hiştin.

    Herwiha behsa hevdîtinên dîplomatîk yên ku tê de daxwazên kurdan yên demokratîk tên eşkerekirin kir amaje kir ku bo naskirin û fêmkirina mafên gelê kurd li gel pêwendiyên siyasî bi demê re jî heye.

    ‘ÊRIŞÊN LI DIJÎ EFRÎNÊ, METIRSÎDAR IN'

    Li ser êrişên li dijî Kantona Efrînê jî aldar Xelîl amaje kir ku armanca leşkerên tirk yên ku êrişî el Bab, Şehba û hin gundên Efrînê dikin, Efrîn e. Aldar Xelîl êrişên leşkerên tirk yên li dijî Efrînê wekî metirsîdar bi nav kir û got gelê kurd bi heman hêza xwe wê axa xwe biparêze.

    Bi heman mijarî:

    Aldar Xelîl: Bidûrxistina HSDê ji Astanayê, çareseriyê nayêne
    Aldar Xelîl: Cihê çareseriyê ne Astana ye lê pêngavek e
    YEKÎTÎ bersiva banga Aldar Xelîl da
    Aldar Xelîl: Erdogan hêzên muxalif ên Helebê firotin
    Aldar Xelîl: Êrîşa Minbicê diyariya Tirkiyê ji DAIŞê re ye
    Etîketan:
    êrişên li ser efrînê, operasyona reqayê, şerê li dijî daişê, metirsî, aldar xelîl, efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de