07:31 21 Mijdar 2017
Zindî
    ALA HDPÊ-hdp

    Komîsyona Venedîkê serdana HDPê kir

    © Foto: Facebook
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 2110

    Şandeyek ji Komîsyona Venedîkê îro serdana HDPê kir.

    Şandeya komîsyona Venedîkê ya ku Serokatiya wê Herdis Kjerulf Thorgeirsdottir dike ji aliyê Cîgirê Serokê HDPê Idris Baluken, Mêrdînê Mithat Sancar û Parlementera Amedê Sibel Yigitalp ve hate pêşwazîkirin.

    Thorgeirsdottir diyar kir ki mijara civîna wan di Rewşa Awarte de bikaranîna azadiya îfadeyê û azadiya çapemeniyê ye.

    Baluken di dema pêşwaziyê de behsa guherîna Destura Bingehîn kir û got bi guherînê wê zextên li ser azadiyan xurttir bikin.

    Herwiha Baluken behsa parlementer û siyasiyên girtî jî kir û got li gel ku HDP partiya 3emîn ya mezin ya parlementoyê ye, tevî hevserokan  bi giştî 10 parlementer û nêzî 70 hevşaredar û bi hezaran endam û rêvebirên wan girtî ne. Ji xeynî vê yekê gelek saziyên çapemeniyê hatine astengkirin û girtin.

    Civîna şandeya komisyona Venedîkê û ya HDPyiyan ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Şandeya Komîsyona Venedîkê piştî HDPê serdana AKPê û CHPê jî kir.

    Bi heman mijarî:

    Parlementera HDPê Îrmez: Bi nûkirina bajaran, şirnexiyan neçarî koçberiyê dikin
    Ji bo parlamenterên HDPê Îbrahim Ayhan û Dilek Ocalan biryara girtine
    Parlamentera HDPê Kaya: Ji bo di referandûmê de bigihêjin armanca xwe, dê her tiştî bikin
    Parlamenterê HDPê Ayhan Bilgen hat girtin
    Li Edeneyê 13 endamên HDPê hatin binçavkirin
    Etîketan:
    serdana hdpê, şandeya komîsyona venedîkê, enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de