12:13 25 Mijdar 2017
Zindî
    Donald Trump

    WSJ: Trump dixwaze, navbera Rûsya û Îranê xerab bike

    © REUTERS/ Joshua Roberts
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 2620

    Hat îdiakirin ku rêvebiriya Serokê DYAyê Donal Trump, tifaqa leşkerî û dîplomatîk ya Rûsya û Îranê xerab bike. Lê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov, vê îdiayê wekî spekulasyon şirove kir.

    Li gorî nûçeya Wall Street Journal (WSJ)  ya ku spartiye çavkaniyên Qesra Spî û brokratên ereb û ewrûpî, rayedarek ji rêvebiriya Turmp diyar kiriye ku dema derfeta xerabkirina têkiliyên Rûsya û Îranê bi dest wan keve wê vê yekê binirxînin.

    Li gorî çavkaniyan, stratejiya nû ya Qesra Spî, wê hewl bide ku di navbera gotinên Trump yên hevnegirtî yên derbarê Rûsyayê û hewladên wî yên êrişkar yên li dijî Îran a ku mutefîkê herî girîng yê Rûsyayê li Rojhilata Navîn hevsengiyê pêk bîne.

    ‘TRUMP ÎRANÊ KIRIYE RÊZA YEKEM'

    Ji aliyê din ve çavkaniyek got: ‘DYA, di mijara Rûsya û Serokê Rûsyayê Valdîmîr Pûtîn de îluzyonê nabîne. Herwiha Washington, li gorî YKSSê Moskowê wekî metirsiyê nabîne. Ji ber vê yekê Trump, pêşî dixwaze Îranê dezgîn bike.'

    RYABKOV:  TI KARÊN WAN Ê DIN NÎNE

    Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov, nûçeya WSJ wekî spekulasyon şirove kir û wiha pê de çû: ‘ WSJ û gelek saziyên din yên medyayê, bo ku nûçeyên spekulsayonên xeyalî û bê bingeh çêkin li mehna ne. Ti karên wan ê din nîne.'

    Bi heman mijarî:

    ‘MOSSAD û şêwirmendên Trump bi dizî hevdîtin kirin'
    Ji Trump bo Îranê: "Yekemîn dewleta terorîst e"
    Serokê El Qaîdeya Yemenê ji bo Trump: Dînê nû yê Koşka Spî
    Puşkov di warê 'dafika Ûkraynayê' de hişyarî da Trump
    Etîketan:
    xirabkirina tifaqê, donald trump, dya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de