11:49 21 Îlon 2017
Zindî
    Ahyan Bilgen

    Parlamenterê HDPê Ayhan Bilgen hat girtin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 8510

    Parlamenterê HDPê Ayhan Bilgen ku duh hatibû gotin hatiye desteserkirin, beriya niha bi demekê tevlî parêzerê xwe çû edliyeya Amedê. Bilgen di vê kêlîkê de îfadeyê dide dozgeriyê. Piştî îfadeyê ji ber ku derbarê wî de biryara girtinê hebû, Ayhan Bilgen ji hêla dadgehê ve hat girtin.

    Duh hatibû diyarkirin ku berdevk û parlamenterê HDPê Ayhan Bilgen piştî derbarê wî de biryara girtinê hatiye standin, hatiye desteserkirin. Lê Sputnik Kurdistan bi rêya jêderên xwe re derxist holê ku Ayhan Bilgen nehatiye desteserkirin.

    Bilgen îro tevli parêzerê xwe çû adliyeya Amedê û li vir îfade da dozgeriyê. Ayhan Bilgen di encama îfadedayinê de ji hêla dadgehê ve hat girtin.

    Bilgen roja 27ê Çileyê hatibû binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Amedê li ber berdana Bilgen rabû û li ser vê yekê biryar hat dayîn, ku Bilgen were girtin.

    Parlamentera HDPê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî duh êvarê hatibû girtin.

    Bi heman mijarî:

    Li Edeneyê 13 endamên HDPê hatin binçavkirin
    Parlamentera HDPê li Amedê hat desteserkirin
    Parlamenterê HDPê Lezgin Botan jî hat desteserkirin
    Parlementera HDPê Beştaş: ‘Şerma Tirkîye ya nû hêj xilas nebûye'
    Parlamenterê HDPê Idris Baluken hat berdan
    Ji bo parlamenterê HDPê Ziya Pir biryara 'anîna' bi darê zorê ya dadgehê hat standin
    Etîketan:
    HDP, Ayhan Bilgen, Meral Daniş Beştaş, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de