11:36 24 Îlon 2017
Zindî
    ERCAN KARAKAŞ

    Siyasetmedarê tirk: ‘Piştî referandumê, divê em pirsgirêka kurd çareser bikin'

    © Foto: tiwitter
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Siyasetmedarê tirk û parlementerê berê ê CHPê Ercan Karakaş derbarê rewşa dawî ya siyasî ya Tirkiyeyê de hin nirxandin kir û diyar kir ku divê muxalefet nekeve feqa hikumetê û wiha pê de çû: ‘Di warê çand û zimanê kurdî de pêdivî bi hin gavên din heye. Divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin.'

    Bi nêzîkbûna referandumê ji gelek aliyan dengên ‘erê' û ‘na' bilind dibin. Wezîrê Çandê yê berê yê CHPyî Ercan Karakaş derbarê geşedanên dawî de hin nirxandin kir û got polîtîkayên hikumetê li ser ‘dijminahiyê' hatiye avakirin û stratejiya xwe li ser vê yekê ava kiriye.

    ‘ENCAM WÊ NA BE'

    Karakaş amaje kir ku ger pergala serokatiyê bi gel baş bidin fêmkirin wê encama referandûmê ‘na' be.

    DEMOKRASÎ MÎNA PEYWIREKÊ LI BER ME YE

    Karakaş dibêje piştî ku ji referandumê encama ‘na' derket û pê ve divê bo pêşxistina demokrasiye xebat bên kirin û hemû pirsgirêkên demokrasiyê yek bi yek bên nirxandin. Demokrasî mîna peywirek mezin li pêşiya me ye.

    Hilbijartinên Tirkiyayê
    © AFP 2017/ ANP ROBIN VAN LONKHUIJSEN
    PIŞTÎ REFERANDÛMÊ, DIVÊ PIRSGIRKA KURD BÊ ÇARESERKIRIN

    Wezîrê berê Karakaş di dewama axaftina xwe de diyar dike ku divê piştî ku ji referandumê encama ‘na' derket divê îja bo çareserkirina pirsgirêka kurd xebat bê kirin. Herwiha divê di warê çand û zimana kurdî de gelek gav bên avêtin. Ev hewcedariyek demokrasiyê ye. Ji ber  ku aştî û demokrasiye  mijarên heyatî ne, divê her parastina wan bê kirin.

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: "Bendewariya me ya referandumê ji sedî 70 ye"
    Kurtulmuş: "Ya herî baş em di dema herî nêz de em herin referandumê"
    Serokwezîrê Îtalyayê piştî têkçûna referandumê îstîfa dike
    Kiliçdaroglu bangî Erdogan kir: "Were em referandumê bikin"
    ‘Erdogan û Yildirim di dîroka referandumê de li hev kirin'
    Etîketan:
    referanduma serokatiyê, çareseriya pirsgirêka kurd, ercan karakaş
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de