10:17 13 Kanûn 2017
Zindî
    meral daniş beştaş

    Parlementera HDPê Beştaş: ‘Şerma Tirkîye ya nû hêj xilas nebûye'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamantera HDP Meral Danış Beştaş, piştî rûniştina doza Parlamanterê HDPê Îdrîs Balukên daxuyanî da û got :"Şerma Tirkîye ya nû hêj xilas nebûye. Ji bo ev şerm bê bi dawîkirin hêj şensek heye. Divê hemû parlamanter, şaredar û endamên HDPê werin berdan."

    Parlamantera HDPê Meral Daniş Beştaş, piştî runiştina doza Parlamanterê HDPê Îdrîs Balukên ku li Girtîgeha Kandıra girtîbû û îro hate tehlîyekirin li ber avahîya Edliya Amedê daxuyanî da. Beştaş dîyarkir ku Baluken rehîn hatibû girtin û ev yek bê hiquqîyek mezine. Beştaş anî ziman ku tehlîyekirin wê bêhiquqiyê ji holê raneke. Beştaş destnîşankir ku bi azadbûna Baluken kêfxweşbun e û wiha berdewamkir: "Ne tenê Baluken, Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û hevalên me yên parlamanter Selma Irmak, Nursel Aydogan, Ferhat Encu, Abdullah Zeydan û Nîhat Aydogan hîn girtîne û di bin tecrîta giran dene."

    ‘ŞERMA TİRKİYE YA NÛ HÊJ XİLAS NEBÛYE'

    Beştaş bibîr anî ku Serokwekilê HDPê Çağlar Demirel û Berdevka Meclisa Jina ya HDPê Besîme Konca jî girtîne û wiha got: "Şerma Tirkîye ya nû hêj xilas nebûye. Ji bo ev şerm were bi dawîkirin hêj şensek heye. Divê tev parlamanter, şaredar û endamên HDPê werin serbest berdan. Ev mijar di rojeva welatên Ewrupa de ye û her roj ji dehan welatan em peyamên piştgiriyê distînin. Di derheqê me de biryara derketina dervê welat hate dayîn. Ji bo Baluken jî ev biryar hat dayîn"

    ‘BİLA DEMİRTAŞ Û YUKSEKDAG WEKE WE Lİ QADAN BİN'

    Beştaş banga serbest berdana parlamanterên HDPÊ yên girtî kir û wiha berdewamkir: "Êdi hevserokên me û hevalên me parlamanter serbest berdin. Heger hûn dixwazin referandum bi awayek wekhevî û adîl çêbibe divê hevserokên me Figen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî weke we li qadan bin. Wê deme emê binerin ê ‘Erê' an jî ‘Na' biserkeve."

    Bi heman mijarî:

    Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş serbest hat berdan
    Parlamentara HDPê Beştaş li Amedê hat binçavkirin
    Meral Daniş Beştaş:‘Rewşa tenduristiya Demirtaşî ber bi başiyê ve diçe'
    Parêzer Yalçindag: Biryara Baluken ji bo hemû parlamenteran derbas dibe
    Parlamenterê HDPê Idris Baluken hat berdan
    Etîketan:
    girtina parlementeran, operasyonên hdpê, meral daniş beştaş, amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de