08:06 18 Kanûn 2017
Zindî
    ENKS

    ENKS diçe Washingtonê

    © Foto: Facebook
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 11

    DYA demek berê bi awayekî femî Encûmana Niştimaniya Kurd a Sûriyeyê (ENKS), vexwendibû Washingtonê. Li ser vê vexwendinê şandeya ENKSê wê di meha Sibatê de biçe Amerîkayê û li gel rayedarên emerîkî re hin hevdîtinên fermî pêk bîne.

    Hîkmet Durgun

    Rêvebirê ENKSê û endamê Polîtbûroya PDK-Sê Muslim Mihemed, derbarê vexwendinê de hin agahî da Spûtnîk Kurdistanê û diyar kir ku DYA wan bi awayekî fermî vexwendiye hevdîtinên ku wê bo Sûriyeyê bên lidarxistin û di çarçoveya vê hevdîtinê de wê di meha Sibatê de li gel rayedarên emerîkî re li Washingtonê bicivin.

    Tê gotin ku DYA bo çareseriya pirsgirêkên di navbera ENKS û TEV-DEMê de jî wê navbeynkariyê bike.

    FIŞARÊN BO PÊŞMERGEYÊN ROJ

    Hat hînbûn ku ENKS bo ku ‘Pêşmergeyên Roj' derbasî Rojava bikin, wê ji DYAyê bixwaze ku ew fişarê li PYDê bikin.

    Di 23ê Rêbendanê de Nûnerê Serokê DYAyê Donald Trump ya Sûriyeyê  Michael Ratney bi lijneyek ENKSê hevdîtin kiribû.

    Rêvebirê ENKSê û endamê Polîtbûroya PDK-Sê Muslim Mihemed derbarê hevdîtina ku wê bê kirin de wiha axivî: ‘Lijneya ENKSê wê beşdarî hevdîtinan bibe. DYA 2 roj berê me vexwend û vê yekê bi raya giştî re jî parvekir. Roja çûna şandeya me hêj ne diyar e, lê bawerim wê di demeke nêz de bê lidarxistin.'

    Bi heman mijarî:

    3 serkirdeyên ENKSê wê beşdarî Astanayê bibin
    ENKSê li ser bingeha federasyonê destûreke bingehîn amade dike
    Reveberiya Xweser 4 girtiyên ENKSê serbest berdan
    Rêvebirê TEV-DEMê bang li ENKSê kir ku vegerin Rojava
    Etîketan:
    vxwednina fermî ya bo kurdan, tev-dem, enks, çareseriya siyasî, muslim mihemed, dya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de