12:52 17 Kanûn 2017
Zindî
    Ziya pir

    Ji bo parlamenterê HDPê Ziya Pir biryara 'anîna' bi darê zorê ya dadgehê hat standin

    © Foto: Facebook
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ji ber ku beşdarî rûniştina dozê nebûye ji bo Parlamenterê HDPê yê Amedê biryara 'anîna' bi darê zorê a dadgehê hat standin.

    Doza Parlamenterê HDPê Ziya Pir a ku bi 33 sal cezayê giran ê dadgehê ve tê darizandin li 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îro hate dîtin. Pir beşdarî dozê nebû lê li ser navê wî parêzera wî Reyhan Yalçindag Baydemir di rûniştinê got ku Pir beşdar nebûye û ji bo parastinê demê dixwazin.

    Baydemir diyar kir ku ji ber îdianame hatiye qebûlkirin biryara kontrola edlî ya derbarê Pir de rabûye lê hîn jî nivîs ji bo buroyên serbestiya bi kontrol tên şandin. Baydemir bi vê hincetê daxwaz ji şanda dadgehê kir ku sererastkirina vî tiştî bikin.

    Dadgehê piştî axavtinan biryar da ku parlamenterê HDPê Ziya Pir bi darê zorê 'bînin' dadgehê û biryara qedexeya derketina ji derveyî Tirkiyê ji bo wî bê standin.

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterên HDPê: Em agahiyê ji Huda Kaya nagirin
    Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş serbest hat berdan
    Parlamentara HDPê Beştaş li Amedê hat binçavkirin
    Parlamentera HDPê Huda Kaya hat binçavkirin
    Derbarê 2 parlamenterên HDPê de biryara girtinê hat standin
    Şandeya PENê serdana HDPê kir
    Etîketan:
    anîna bi darê zorê, 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, HDP, Reyhan Yalçindag Baydemir, Ziya Pir, Tirkiye, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de