08:41 26 Îlon 2017
Zindî
    ALA HDPÊ-hdp

    Şandeya PENê serdana HDPê kir

    © Foto: Facebook
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Lijneya PENê serdana navenda HDPê kir û ragihand ku ew ji rewşa nivîskar û rojnamevanên li Tirkiyeyê bi endîşe ne.

    Şandeya Yekitiya Nivîskaran (PEN), serdana navenda HDPê ya li Enqereyê kir. Li navendê li gel Alîkarên Hevserokê Gelemper yên HDPê Fatma Kurtulan, Saruhan Oluç û Sezaî Tememllî re hevdîtinek lidarxistin.

    'OHAL BÛYE AMÛRÊ KARÊN NE RAST'

    Şandeya PENê piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ji ber fişarên li ser fikr û ramanan yên li dijî rojnamevan û nivîskaran gelekî bi endîşe ne. Şandeya PENê amaje kir ku OHAL bûye amûrê karên ne rast ku bi hinceta OHALê fikr û ramanên di nava civakê de tên sînorkirin.

    PEN di daxuyaniyê de piştevaniya xwe ya bo HDPê eşkere kir. ​Herwiha di dewama daxuyaniyê de hat amajekirin ku li Tirkiye her fişar li ser fikr û ramanan hebûn lê piştî hewldana derbeya leşkerî bi awayekî metirsîdar zêde bûye.

    Di dawiya civînê de şandeya HDPyiyan, çîroka Herserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş ya bi navê ‘Ecîna Helebê' ya ku li girtîgehê nivîsandiye, diyarî şandeya PENê kir.

    Bi heman mijarî:

    PEN a Navneteweyî: Divê AKP şer rawestine
    Dosyeya parêzbendî ya Kiliçdaroglu û gelek parlamenterên HDPê çû parlamentoyê
    Endamê PMyê ya HDPê Kaya hat girtin
    Parlamenterên HDPê Baydemîr û Yildirim serbest hatin berdan
    Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier serbest hat berdan
    Etîketan:
    fişara li ser ramanan, pena navneteweyî, navenda hdpê, enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de