21:40 25 Îlon 2017
Zindî
    tja-tevgera jinên azad

    TJA kampanyaya ‘ji dîktatoriyê re na' da destpêkirin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Tevgera Jinên Azad (TJA) deklarasyona jinê ya têkildarî referandumê deklarasayonek weşand û ragihand ku wan kampanyaya ‘ji dîktatoriyê re na' dane destpêkirin.

    Hevgirên Amedê yên Tevgera Jinên Azad (TJA) deklarasyona jinê ya têkildarî referandumê û pêvajoya siyasî ya Tirkiyê bi civînek çapemeniyê aşkere kir. Di civîne de parlamanterên, hevserokên KCD, HDK, Dayikên Aşitiyê û gelên revebir û endamên saziyên jinan amade bûn. Civîn bi rêzgirtêne destpêkir û li ser navê TJAyê Ayşe Gokan deklarasayon xwend. Gokan, balkişand ser pêvajoya sîyasî û diyarkir ku  Tirkiyê ji demeke tarî re derbas dibe û lê tarîtî tu car ne mayinde ye, ji ber ku di dema ronahiyê de taritî mehkumê wendabûnê ye. Gokan anî ziman ku ji vê sedemê ye ku pergala taritiyê li ser derewan xwe rêxistin dike û dixapîn e kesên li dijî taritîyê têkoşîna ronahiyê didin şerwanên heqîqetêne.

    ‘SİYASETA İSTİKLALA TİRKAN Bİ TUNEKİRİNA KURDAN VE GİRÊDİDİN'

    Gokan wiha berdewamkir: "Tirkiye hatiye merhela xwînxwar û xedar qaşo îtifaka eşkere AKP-MHP-  û CHP ya itifaka bidizî li dijî azadiya kurdan û destkefiyên kurdan û daxwaziyên wan şerê istiklal a 2emîn didin, ev komedî ye. Bi  hevdîtina yeni kapı, ilana OHAL, kayum, hilweşandina bajaran, bi deh hezaran binçavkirin û girtin cepheya nijaperest avakirine ev nişanên bêehlaqî û polîtîkîn. Siyaseta istiklala tirkan bi tunekirina kurdan ve girêdidin ev siyaseta qîrkirinê, zalimtiyê û cahiltiyê ye."

    jin-jinên kurd-civîn
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    jin-jinên kurd-civîn

    ‘YEK ZİLAM YEK PARTİ DÊ SEDSALEKÊ BİDE WENDAKİRİN'

    Gokan got "red û inkara dewleta netew di sedsala 21.'an de xwe dubare dike" û wiha berdewam kir: "Ne şerê istiklala tirkan ne jî perçebuna Tirkiye ye. Pergala taritiyê azadiya jin, kedkar, ronakbir, hunermed, lêkoliner, bawerî û netewên cuda ji bo iktîdara xwe asteng dibîne û êrîşî wan dike. Careke din dixwazin vegerin osmaniyan û tehkumê li ser gel çêbikin. An çima masa çareseriyê ku birêz ocalan gor ezê pirsgirêka kurd di 6 mehanda çareserbikim qulibandin.  Akp hemû hêviya civakên li Tirkiyê qtêk bir. Xwe bi derewa ‘em perçe dibinê' girêda. Di 1930 de yek zilam, yek parti sedsalek wendakir. Niha jî yek zilam yek parti dê sedsaleke din bide wendakirin."

     

    CEPHEYA ‘NA' DÊ PERGALA DİKTATORIYAN BİDE SEKNANDİN'

    Gokan balkişand ser rewşa Serokê PKKê Abdullah Ocalan û wiha got: "Ji bo vê yekê hewce bi fikr û ramanê birêz ocalan heye. Herî zede jî hewceyê jinan bi çareseriya birêz ocalan heye. Ocalan di çareseriyê de îrada jinê, bi felsafa hevjiyana azad, netewa demokratîk re komala demokratik de jin bijîn. Li dijî destura dîktetoriya destura netewa demokratîk di komara demokratik de li dijî tecrîtê, azadiya birêz Ocalan li dijî sozê ku jiyanê li me dike cehennem, cepha ‘NA' dê pergala diktatorya û diktor a bide seknandin."

    Bi heman mijarî:

    Huda-Par: Dibe ku em di referandûmê de bibêjin erê lê endîşeyên me hene
    HDP ji bo referandûmê li dijî 'NA'ya CHPê derdikeve
    Federasyona Elewî Bektaşiyan: Emê di referandûmê de bêjin 'Na'
    Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê roja referandûmê eşkere kir
    Canikli dîroka referandûmê da
    HDP amadehiya referandûmê dike
    Etîketan:
    referandûm û biryar, tevgera jinên azad-tja, amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de