05:52 21 Mijdar 2017
Zindî
    Ocalan - PKK - Apo - KCK

    PKK: Piştî hevdîtina bi Herêma Kurdistanê re, em ê ji Şengalê vekişin

    © AP Photo/ Hussein Malla
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 24641

    Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Mûrat Karayilan daxuyand ku di navbera wan û Hikumeta Herêma Kurdistanê de hevdîtin hene û dê piştî hevdîtinan ji Şingalê vekişin. Herwiha Karayilan gotinên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî rexne kir û got 'Gelo ew bi van gotinan dixwaze rê li ber birakujiyê veke?'

    Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Mûrat Karayilan daxuyaniyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wekî ‘bêwate' bi nav kir li ser vekişîna hêzên PKKê yên ji Şingalê de hin daxuyanî da. Karayilan behsa hevdîtinekê kir û wiha pê de çû: ‘Di navbera me de hevdîtin heye. Ji xwe me bi awayekî vekirî ji wan re gotine, piştî bidawîbûna vê nîqaşa navbera me û wan de, em ê hêzên xwe weke HPGê ji Şingalê vekişînin. Ez vê yekê cara ewilî li vir eşkere dikim. Tevî vê yekê nizanim bê Birêz Nêçirvan çima bi zimanekî bi vî rengî axiviye. Ya haya wî ji nîqaş, hevdîtin û pêşketinên dema dawî nîne, ya jî haya wî ji van hemûyan heye û dixwaze vê rewşê xera bike.'

    ‘GOTINÊN BARZANÎ,  TÊ WATEYA BIRAKUJIYÊ'

    Karayilan derbarê daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî ya wekî ‘Ger PKK venekişe, em ê wan bi zorê derxînin' diyar kir ku divê siyasetmedarên kurd zimanekî wiha bikar neynin û got ev gotin tê wateya birakujiyê.

    Karayilan amaje dike ku ew nizane bê Barzanî çima daxuyaniyek bi vî şiklî da ye û dibêje divê were zanîn ku were zanîn ku, kes bi tehdîdê encamekê bi dest naxe. Herwiha di dîrokê de gelek mînakên vê hene; PKK ne tevgereke wisa ye ku bi gefan paş ve gavê bavêje.

    ‘DIVÊ BARZANÎ GIRANIYA XWE DEYNE SER VÊ MIJARÊ'

    Karayilan anî ziman, ew ê vê rewşê neke sedema krîzekê û got: ‘Ev çend roj in dişopînim û dibînim ku li ser vê rewşê gelek zêde şîrove hatine kirin. Bi dîtina min, divê mirov bi israr bixwaze pirsgirêk û kêmasî bi rêya diyalogê were çareserkirin. Divê mirov nekevin nava kêmasiyên bi vî rengî. Ez bawerim wê Serokê Herema Kurdistanê Birêz Barzanî giraniya xwe deyne ser vê mijarê. Ez bawerim em dikarin pirsgirêkên xwe di nava însiyatîf û hevgirtinê de çareser bikin. Divê rojeva me ya sereke be, ku pirsgirêkên xwe bi ahengî û diyalogê çareser bikin.'

    ‘CÎHAN BÛYERÊ DIŞOPÎNE'

    Karayilan destnîşan dike ku PKK jî û PDK jî xwedî tecrube ne û dê vê pirsgirêkê bi rêya tecdurbeyên xwe çareser bikin. Lewra cîhan bûyerê dişopîne û dibêje: ‘Gelo kurd wê bi rêbazên hemdem û diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin; yan jî pratîka berê dubare bike.'

    Bi heman mijarî:

    KCK: 'PKK ne hêzeke wisa ye ku bi gefan Şengalê vala bike'
    Amerîka: Em hebûna PKKê li Şingalê wek astenga sereke dibînin
    Ji bo Şingalê 11 projeyên ji nû ve avakirinê têne amadekirin
    Amerîka: Pêwîst e PKK ji Şingalê derkeve
    Etîketan:
    vekişîn, birakujî, hpg, pkk, daiş, daxuyanî, murad karayişan, nêçîrvan barzanî, şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de