12:50 27 Gulan 2018
Alaya HDP

Avahiya HDP ya navçeya Giravan rastî êrîşekê hat

© Foto : Gulnush Ergul
Polîtîka
Lînkê kurt
0 0 0

Avahiya navçeya Adalar ya Stenbolê ya HDP di kêliyek ku kesek lê tunebû rastî êrîşekê hat.

Di encama êrîşê de camên avahiyê hatin rûxandin.

Cevdet Çiftçioğlu hevserokê HDPa navçeya Adalar beyanek da rojnameya binavê Adalar Gerçek û got: Di vê navçeyê de heskirin û rêzgirtin serdest e em dê rê nedin tu kesî ku tovên nefrete li vir belav bike.'

Polîsên ku li derdorê lêkolîn kir, kesekî binavê O.N wek gûmanbar binçav kir. Her wiha li derdora avahiyê jî ewlehî girt. Kesê ku hate binçavkirin di hesaba xwe ya facebookê de jî nivîsand ‘Ez hatim hun ne li wir bûn, ez hatimbinçavkirin, dê niha min serbest berdin.'

Cevdet Çiftçioglu Hevserokê HDPa navçeya Adalar beyana xwe de got:'Her çend kesek tenê ev êrîş pêk anîbe jî, em baş dizanin li pey vê organîzasyonek heye. Nivîsên wî yên li ser medya civakî nivîsandin e balkeş in.'

 

 

Bi heman mijarî:

HDP: ‘Ev êriş çima pêk hatin wezîro?'
Etîketan:
Adalar Gerçek, HDP, êrîşkar, Cevdet Çiftçioglu, polis, Adalar, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de