01:48 21 Çile 2018
Zindî
    HDP AK Parti Parlemana Tirkiye

    Hejmara binçavkiriyên HDPê gihişt 8 hezar û 432 kesan

    © REUTERS/ Stringer
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Partiya Demokrasiya Gelan HDP daxuyaniyek derheqê endamên xwe yên hatine binçavkirin de ragihand. Li gorî HDPê ji roja 22-ê meha 7 ya sala 2015an heta niha 8 hezar û 432 kes endamên partiya wan hatine binçavkirin.

    Ji vana 2 hezar û 360 kes hatine girtin. HDP di daxuyaniya xwe de balkişand ser hejmara girtiyên endamên xwe û got: Hevserokên me, şaredar û parlementerên me jî di nav de, heya niha 2 hezar û 360 xebatkarên partiya me hatine girtin.

    HDP got: Hezar û 831 kes di nava 2 mehan de hatine binçavkirin ji vana 360 kes jî hatine girtin. Li gorî daxuyaniya ku ji aliye Navenda HDPê ve hatiye weşandin ji roja 1-ê tirmehê ya sala 2015an û vê de, 21 hevserokên bajaran yên rêxistina HDPê, 44 hevserokên navçeyan, 17 endamên DBP yê û 42 hevserokên DBPyê hatine girtin.

    HDP di daxuyaniya xwe de ragihand, tevli hevserokê Giştî yê partiya wan 12 parlementer û 3 endamên rêveberiya navendî ya partiya wan û 3 endamên Meclîsa Partiya wan hatine girtin

    Di daxuyaniya HDPyê de hat gotin: ‘Tevli cihgirên serokan, 62 hevserokên şaredariyan hatine girtin. Her wiha bi ser şaredayên wan ve 43 kayyûm hatine bicihkirin. Hejmara hevserokên ku ji kar hatine avêtin jî 57in. Li gorî agahiyên HDPyê ragihandiye 10 hevserokên şaredariyan jî niha di bin çavan de ne.

    Di daxuyaniya HDPyê de hate bibîrxistin ji 4 û 12ê meha 12ê yê îsal û vê de di encama operasyonan de 434 kes endamên partiya wan hatine binçavkirin. Hê jî 16 hevserokên navçeyan di bin çavan de ne.

     

     

    Bi heman mijarî:

    HDP: "Em êrişa Stenbolê şermezar dikin"
    HDP: Nameya Demirtaş hat sansurkirin
    HDP wê biryara parlamentoyê ji gel bipirse
    HDP: Gel çawa bixwaze wê wisa bibe
    HDP: Em ê xebata xwe ya qanûndanînê rawestînin
    Wekîlê AKPê ji bo HDP got: Bersiva ku heq dikin digirin
    Etîketan:
    HDP, hevserokên HDP, endamên HDP, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de