06:30 13 Kanûn 2017
Zindî
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    Li Parlamentoya Tirkiyê şerê ‘Xendekan'

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Parlamentoya Tirkiyê dema budceya Wezareta Karê Hundir dihate nîqaşkirin, rageşî ya xendekan derket holê. Li ser pirsa CHPyiyan a ‘Dema xendek hatin kolandin ma ne hûn hikûmet bûn?' Parlamento tevlihev bû.

    Di hevdîtinên budceya Wezareta Karê Hundir a Tirkiyê ya li Parlamentoyê de, Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir deng li Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu kir û got: "Em Tirkiyê ji nava tundûtujiyê derxin."

    Wekîlê Serokê Koma AKPê Mehmet Muş jî HDPê bi ‘siyaseta xendekan' tohmet kir. Di vê demê de Parlamenterê CHPê yê Artvînê Ugur Bayraktutan ev pirs araste kir: "Dema xendek dihatin kolandin hûn ne hikûmet bûn? Hikûme kî bû? Dewlet li ku bû?"

    Li gorî nûçeya Hurriyetê, li ser van gotinan AKPiyan heqaret li Bayraktutan kirine. Parlamenterê CHPê yê Sakaryayê Engin Ozkoç bi ser wekîlên desthilatdariyê re qîriya û got: "Bêedebiyê nekin."

    Parlamenterên AKPê û yên CHPê goiti ji hev re kirin û di vê demê de, Parlamenterê AKPê yê Bursayê Hakan Çavuşoglu berê xwe da rêzên CHPê û got: "Ev ne li ser hişê xwe ye, wî ji vir bibin" û piştî vê parlamenter rabûn ser piya û xwe beziyan hev.

    Ji ber nîqaş mezn bû serokwekîla Parlamentoyê Ayşenur Bahçekapili 40 deqîqeyan navber da xebatên Parlamentoyê.

    Etîketan:
    budce, Xendek, Wezareta Karê Hundir a Tirkiyê, AKP, HDP, CHP, Ugur Bayraktutan, Ayşenur Bahçekapili, Hakan Çavuşoglu, Engin Ozkoç, Mehmet Muş, Suleyman Soylu, Osman Baydemir, Bursa, Sakarya, Artvin, Riha
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de