05:38 12 Kanûn 2017
Zindî
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    Pêşniyara destûra bingehîn a ji 21 xalan pêk tê li Parlamentoyê ye

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pêşniyara destûra bingehîn a nû, ji hêla serokwekîlê Koma Partiya AKPê Mustafa Elîtaş ve bi 316 îmzeyan pêşkêşî Serokê Parlamentoya Tirkiyê İsmail Kahraman hate kirin ku li gorî vê pêşniyarê wê serokomar bibe serekê birêvebirinê û wê karibe bibe endamê partiyekê.

    Ji AKPê Abdulhamit Gul û ji MHPê Mehmet Parsak gotûbêwan dimeşînin û herdu navan derbarê mijarê de civîna çapemeniyê lidar xistin.

    Gul got: "Beriya niha weke AKP, CHP û MHP di çarçoveya guhertina destûra bingehîn a biçûk de me di 7 xalan de li hev kiribû. Ev xal jî di nava pêşniyara destûra bingehîn de hatine bicîkirin. Me xalên bi taybet derbarê dadê de jî xistin nav ku CHP jî di vê wateyê de mutabik mabû."

    Parsak jî wiha axivî: "Destûra me Destûra Tirk e. Di ti ciyên destûra me de derxistina gotina tirk nayê pêşniyarkirin, ev ne mijareke nîqaşê ye. Xala 4emîn a Destûra me jî di nav de her 4 xalên pêşîn ne mijara nîqaşê ne ku xala 4emîn pêşî li pêşniyarkirina guhertina destûrê digire."

    XALÊN KU DI PÊŞNIYARÊ DE CÎ DIGIRIN

    Xalên ku di pêşniyara guhertina destûra bingehîn a AKPê wiha ne:

    • Wê hejmara parlamenteran derkeve 600î. Hilbijartina navber wê bê rakirin, sîstema parlamenteriya yêdek bê.
    • Têkiliya kesê weke serokomar bê hilbijartin wê bi partiya wî re neyê birîn.
    • Derfeta namzetrêdana serokomariyê ji hêla herî kêm 100 hezar dengdêran ve wê bê anîn.
    • Serokomar wê bibe serê dewletê, erka birêvebirinê wê di destê serokomar de be.
    • Herwiha wê erka tayînkirina karmendên payebilind, alîkarê serokomar û wezîran di destê Serokomar de be.
    • Avakirina wezaretan, rakirana wan, wezîfe, erk û rewşa wan a rêxistînî wê bi Biryarnameya Serokomariyê were bikeyskirin.

    ERKA REWŞA AWARTE DI DESTÊ SEROKOMAR DE YE

    • Parlamento yan jî Serokomar karibin biryara nûkirina hilbijartinan bike. Heke ku ev biryar bê dayin wê hilbijartin bi hev re çêbibin. Hilbijartinên rêveberiyê û rêzikdanînê wê di heman rojê de bên çêkirin.
    • Pêkanîna îdareya orfî wê ji destûrê bê derxistin. Erka ragihandina Rewşa Awarte wê bidin destê Serokomar. Biryarinên ragihandina Rewş Awarte wê ji bo pesendkirinê pêşkêşî Parlamentoyê bê kirin

    DADGEHÊN LEŞKERÎ WÊ NEKARIBIN BÊN AVAKIRIN

    • Ji bilî dadgehên disiplînê, ji derveyî rewşa şer, dadgehên leşkerî jê nekaribin bên avakirin. Lê di rewşa şer de, ji bo li dozên aidî sûcên derbarê wezîfeya kesên leşker binêre wê pêşbîniya vakirina dadgehên leşkerê bên kirin.

    DI 2019AN DE HILBIJARTIN DI ROJEVÊ DE YE

    • Ji destûra bingehîn wê ew xal bê derxistin ku dibêje, "Heke di navbera hilbijartina şaredariyan û ya parlamentoyê de salek mabe, wê herdu hilbijartin bi hev re çêbibin". Li gorî vê, wê karibin hilbijartina şaredariyan di Adara 2019an de bên çêkirin.
    • Hilbijartina parlamentoyê jî wê bi ya serokomariyê re di Mijdara 2019an de bên çêkirin.
    • Lijneya Bilind a Dader û Dozgeran (HSYK) wê ji 12 endaman pêk bê û wê weke du daireyan kar bike. Nêviyê endamên wê, dê ji hêla Parlamentoyê, nêviyên din jî ji hêla Serokomar ve bên hilbijartin.
    • Erka pêşniyara yaseyan wê di destê parlamenteran de be. Lê, bi awayekî istisna ji bo serokomar, wê erk û wezîfeya amadekirina pêşkêşkirin û amadekirina yaseya budceyê bê dayin. Budce wê bi pesenkirina parlamentoyê bê qebûlkirin.
    • Derbarê serokomar de bi îdiaya ku sûc kiriye, bi pêşnûmeya piraniya mutleq a hejmara tevahiya a endamên Parlamentoyê wê karibin lêpirsîn bê vekirin. Bi dengên veşartî yên ji 5an 3 ji hejmara tevahiya a endaman wê biryara lêpirsinê karibin bidin, bi dengên veşartî yê 2 ji 3yan a hejmara tevahiya endaman rêya şandina Dîwana bilind vebe.

    Bi heman mijarî:

    Yildirim û Bahçeli dê cara dawî ji bo Destûra Bingehîn bicivin
    Yildirim: "Ji sibê pê ve emê guherîna Destûra Bingehîn pêşkêşî parlamentoyê bikin"
    AKP û MHPê li ser pêşnûmaya Destûra Bingehîn hev kir
    Yildirim: Hevdîtinên destûra bingehîn yên bi MHPê re gelekî baş diçin
    Civîna krîtîk a Destûra Bingehîn li Çankayayê destpê kir
    Etîketan:
    hilbijartin, Îdareya orfî, Rewşa Awarte, MHP, AKP, Destûra Bingehîn, Parlamentoya Tirkiyê, İsmail Kahraman, Mehmet Parsak, Abdulhamit Gul, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de