08:46 24 Sibat 2018
Zindî
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    Pêşniyaza Guhertina Destûrê wê îro bişînin Parlamentoyê

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Daxawaza guhertina Destûra Bingehîn a ku AKP 3u MHPê li ser klihevdu kirin wê îro ji bo Parlamentoya Tirkiyeyê were pêşkeşkirin. Bi vê daxwazê ji bo ku serokomar karibe ji bo Dîwana Bilind were şandin, wê pêwîstî bi piraniya dengan hebe.

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim û Serokwekîlên AKPê ji bo sererastkirinên dawiyê hatin cem hevdu.

    Hat diyar kirin ku ew daxwaz ji 20 xalan pêk tê û w bi îmzeyên 316 wekîlên AKPê ji bo Serokatiya Parlamentoyê were peşkeş kirin.

    Daxwaz wê pêşiyê biçe Komîsyona Destûra Bingehîn û paşê jî wê ji bo Desteya Giştî were şandin.

    AKP û MHPê li ser mijara şandina Serokomar ya ji bo Dîwana Bilind li hevdu nekiribûn. Hat diyar kirin ku AKPê pêşniyara MHPê ya di vê mijarê de qebûl kiriye.

    Li gorî vê pêşniyarê ji bo şandina Serokomar ya Dîwana Bilind bi dengên piranî wê karibe were xwestin.

    Her wiha bi vê daxwazê tê plankirin ku hejmara parlamenteran ji 550an derxînin 600î. Di vê guhertinê de tê pêşbinî kirin ku parlamnteriya yedek û mafê bijartinê dakeve 10 salan jî heye.

    Bi heman mijarî:

    ‘AKP û MHP nîqaşa tunekirina Ocalan dikin'
    PKK: AKP Û MHP nikarin Tirkiyê ji parçebûnê xelas bikin
    MHP: Serfermandariya Tirkiyeyê derewan dike
    MHP - Piştgirên herdu berbijarên serokatiyê ketin bedena hev
    Etîketan:
    guhertina Destûra Bingehîn, Parlamentoya Tirkiyeyê, AKP, MHP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de