10:18 22 Sibat 2018
Zindî
    Idris Baluken

    6 meh cezayê girtîgehê li Idrîs Balûken birîn

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamenterê HDPê Idrîs Balûken ji ber axaftinên xwe yên derbarê kesên li Cizîrê di jêrzemînan de jiyana xwe ji dest dane, 6 meh cezaya girtîgehê birîn ku Balûken li Girtîgeha Kandira Tîpa F yê de girtî ye.

    Parlamenterê HDPê Idrîs Balûken di 7ê Sibatê de li Salona Konferansê ya Bajarê Mezin a Mêrdînê axivî bû û behsa kesên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di jêrzemînan de di dema operasyona artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dabû kiribû.

    Serdozgeriya Komarî derbarê Balûken de doz vekiribû ku îdia kiribû Balûken bi gotinên xwe ‘heqaret' li Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Mehmet Muezzinoglu kiriye û ‘Neteweya tirk, komar û parlamentoya Tirkiyê biçûk xistiye. Bi vê armancê heta 4 sal ceza ji Balûken re hatibû xwestin û 2yemîn Dadgeha Cezaya Sulhê ya Mêrdînê îdianame qebûl kiribû. Dîsa gotinên Balûken ên "Niha li Cizîrê, Madimak û Kerbelaya sedsala 20emîn tê jiyîn" jî weke sûc hate dîtin.

    'EM BI AWAYEKÎ BÊHIQÛQÎ HATIN GIRTIN'

    Doza derbarê Parlamenterê HDPê yê Amedê Idrîs Balûken de li heman dadgehê hate dîtin. Di dema rûniştina dozê de Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş, parêzerên Balûken Reyhan Yalçindag û Mesût Beştaş jî amade bûn.

    Baluken bi rêya vîdeo konferansê ji girtîgehê beşdarî dozê bû û anî ziman ku Serokwekîlê koma partiya 6 milyon deng girtiye, di bin tecrîdê de tê girtin û wiha axivî: "Em bi awayekê bêhiqûqî hatin girtin. Li 6 bajarên cuda bi dosyayên cuda û dozgeran wekî ji cihekî ferman standine, di heman saetê de ew desteser kirine."

    Baluken got ku kesên di axaftina wî de ti sûc jî tuneye, axaftina ku wî kiriye axaftinekî mirovî bûye, ger wê rojê ew mirov bihatana xilaskirin, niha gelên bi hevre di nava aştiyê di dijîn wê hebûna.

    Piştî parastinan heyeta dadgehê 6 meh cezaya girtîgehê da Balûken û cezayê wî pişt re vegerandin 3 hezar û 600 TL cezayê pare.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Demirtaş, Baluken û Tanrikulu doza Hurşît Kulter hat vekirin
    Baluken: Wê Yildirim ji wezîfê bê standin
    Baluken: Hay ji xwe hebin, xwe dîn nekin û tiştên wiha nekin
    Baluken: CHP bûye hepvara hemû tawanên şerî
    AKPiyan êrişî parlamenterên HDPê kirin Îdris Baluken rakirin nexweşxaneyê
    Baluken: ‘3 hevalên me yên jin bi zanebûn hatin înfazkirin'
    Etîketan:
    jêrzemîn, ceza, girtîgeh, 2yemîn Dadgeha Cezaya Sulhê ya Mêrdînê, Girtîgeha Kandirayê ya tîpa Fyê, HDP, Idris Balûken, Mesût Beştaş, Reyhan Yalçindag, Meral Daniş Beştaş, Madimak, Kerbela, Kocaeli, Şirnex, Mêrdîn, Cizîr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de