06:34 13 Kanûn 2017
Zindî
    Binali Yildirim

    Yildirim: Behsa hûrgiliyên sîstema serokatiyê kir

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim derbarê sîstema serokomariyê ya di gelaleya pêşniyara guheritina destûra bingehîn de got: "12 xal hene. Gelek xalên ku ji van 12 xalan bandorê digirin hene. Xalên demkî hene, xalên derbasbûyînê hene. Niha li ser wan dixebitin."

    Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim dema serdana xwe ya fermî ya Rûsyayê, di balafirê de ji rojnamegeran re axivî.

    Yildirim got: "Di sîstema serokomariyê de carekê, serokomar nikare pêşnûmeya yaseyê bide. Tiştekî wiha nîne. Yase bi şekle pêşniyarê tên dayin. Pêşniyar jî ji hêla parlamenteran ve tên dayin. Tenê pêşniyara yaseya budceyê ji hêla serokomar ve tê dayin. Lê wê serokomar li gorî çi kar bike? Derbarê wê de erka wî ya derxistina biryarnameyan heye. Wê di kîjan waran de biryaran derxe, di kîjan waran de yaseyan derxe, ve diyar in."

    Yildirim di berdewama axavtina xwe de wiha got: "(Sîstema serokomariyê ya di gelaleya pêşniyara guhertina Destûra Bingehîn de) 12 xal hene. Gelek xal hene ku ji van 12 xalan bandorê digrin. Yanî ez wiha bibêjim, di ciyekî de heke ‘lijneya wezîran' hebe ew derdikeve, heke ‘serokwezîr' hebe ew derdikeve, ‘pirsyare' hebe ew derdikeve, heke ‘rêveberiya orfî' hebe…Wiha sazî û gotinên ku di sîstema nû de derbas nabin hene. Divê ew bên rakirin. Yanî em ji bo qismek ji wan herifandî dibêjin, bi temamî tên betalkirin. Di beşekê ji wan de guhertinên gotinan çêdibin. Ev hemû weke xalekê tên nirxandin. Hin xalên demkî hene, hin xalên derbasbûyînê hene. Niha li ser wan dixebitin."

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: Hevdîtinên destûra bingehîn yên bi MHPê re gelekî baş diçin
    Yildirim û Bahçeli ji bo Destûr Bingehîn daxuyaniyek da
    Bahçelî û Yildirim di hevdîtina xwe ya sibehê de wê 'serokatiyê' binirxînin
    Takan: " Erdogan dibêje ‘Xwezî min Binali Yildirim nekirina serokwezîr' poşman bûye"
    Yildirim. "Emê bi MHPê re Destûra Bingehîn biguherînin"
    Etîketan:
    sîstema serokatiyê, serokomarî, guhertin, Destûra Bingehîn, Binali Yildirim, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de