05:54 20 Çile 2018
Zindî
    Selahattin Demirtaş

    Beştaş: Serdozgeriyê ji Demirtaş re gotiye ‘terorîst'

    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamentera HDPê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş di parlamentoyê de axivî û got ku Serdozgeriyê ji Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş re gotiye ‘terorîst'. Beştaş ji bo vî tiştî got: "Weke ku hûn kêmanî ji 15 milyon mirovan re bibêjin terorîst."

    Parlamentera HDPê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş di Parlamentoya Tirkiyê de axivî û balkişand nivîsa Serdozgeriya Komarî ya Amedê ya derbarê Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş. Beştaş di axavtina xwe de beşek ji nivîsa Serdozgeriyê xwend û wiha got:

    "Ya di destê min de biryara Dadweriya Ceza ya Sulhê ya Amedê û Serdozgeriya Komarî ya Amedê ye. Çi dinivisîne gelo hûn dizanin? ‘Li gorî xala 6/4 a Biryarnameya di Hukmê Yaseyê de (KHK) ya hejmar 667 ku di hejmara 29779 a Rojnameya Fermî de hate weşandin û hîna derbas dibe, ji ber nêrîneke wisa çêbûye ku gumanbar, di dema hevdîtina bi parêzeran re ihtimal heye ewlekariya saziya girtîgehê û civakê têxe xetereyê, rêxistina terorê û rêxistinên sûc ên din birêve bibe, fermanê bide wan, bi şîroveyên xwe peyamên vekirî, veşartî û bişîfre bişîne, wan biryar girtiye ku hevdîtin bi cîhaza teknîk çêbibe, tomarkirina wan bi awayekî bideng û bidîmen bên girtin, di dema hevdîtinê de wezîfedarek hebe û dest deynin ser dokuman û dosyayên girtî û parêzer didin hev."

    Biryara Serdozgeriya Amedê ya derbarê Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş de
    © Foto: hdp.org.tr
    Biryara Serdozgeriya Amedê ya derbarê Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş de

    Beştaş bertek nîşanî vê biryarê da û wiha destnîşan kir: "Di vî metnî de birêz Demirtaş weke serokê rêxistina terorê hatiye binavkirin. Gotina terorîst ji bo birêz Demirtaş, weke gotina terorîst ji bo nêzîkî 15 milyon insananên li Tirkiyê ye."

    Bi heman mijarî:

    Selahattin Demirtaş ji bo şewata li Edeneyê peyamek şand
    Parlamenterên CHPê serdana Demirtaş dikin
    Başak Demirtaş behsa şeva desteserkirina Selahattin Demirtaş kir
    Sezgin Tanrikulu serdana Demirtaş kir
    Demirtaş: Erka min a temsîliyetê ji min hatiye standin
    Etîketan:
    terorîst, Serdozgeriya Komarî ya Amedê, Dadweriya Ceza ya Sulhê ya Amedê, HDP, Meral Daniş Beştaş, Selahattin Demirtaş, Tirkiyê, Amed, Edirne
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de