04:44 26 Sibat 2018
Zindî
    devlet bahçelî

    Bahçelî û Yildirim di hevdîtina xwe ya sibehê de wê 'serokatiyê' binirxînin

    © Foto: facebook
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê AKPê Yasîn Aktay da zanîn ku wê Serokê MHPê Devlet Bahçelî û Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim, di çarçoveya hevdîtinên makeqanûnê de wê sibê hevdîtinekê pêk bînin. Aktay got dibe ku teksta derbarê guherîna makeqanûnê de jî sibehê eşkere bibe.

    Navenda nûçeyan — Alîkarê Serokê Gelemper û Berdevkê AKPê yasîn Aktay piştî civîna Konseya Rêvebiriya Navendî ya AKPê daxuyaniyek da çapemeniyê.
    Aktay daxuyand ku Bahçelî û Yildirim dê sibehê di çarçoveya guherîna makeqanûnê de wê hevdîtinekê pêk bînin û wiha berdewam kir: ‘Dema ku li ser teksta guherîna makeqanûnê bê lihevkirin wê bi gel re bê parvekirin. Dibe ku ew tekst sibehê jî bê eşkerekirin.'
    Aktay derbarê şewata li wargeha xwendekaran ya li Edeneyê ya ku di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji dest da jî daxuyanî da û got lêkolînên wan berdewam dike û ‘deriyê pêlikên êgir jî ne girtî bûn.'

    Bi heman mijarî:

    Li Edene û Mêrsînê 44 mamoste ji kar hatin avêtin
    YE êrîşên li Edene û Şirnexê şermezar kirin
    Li Edene û Antalyayê 3 zarok xeniqîn
    Bahçelî: Em ne YE û ne jî Şangayê naxwazin!
    Etîketan:
    serokatî, akp, hevdîtin, mhp, enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de