06:36 19 Tebax 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Ey PE, gelo hûn ferq dikin ku alîkariya terorê dikin?

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got: "Ey parlamentoya Ewporayê, gelo hûn ferq dikin ku alîkariya terorê dikin? Ey PE hûn rê ji rêxistina terorê re vedikin? Bila li ser xêrê be."

    Serokomarê Tirkiyê li Stenbolê di rêûresma vekirina giştî de axivî. Hin xalên sereke ji daxuyaniyên Erdogan wiha ne:

    "Birayên mi, di hundir de em têkoşîna xwe ya bi terorîstên FETOyê, PKKyê re bênavber didomînin. Bi PYD û YPGê re bê navber hemû têkoşîna xwe dimeşînin. Vaye gelo we biryara dawî ya PEyê stand dît, bila ew jî cîhan jî careke din temaşe bikin, çiye, li Tirkiyê Rewşa Awarte heye, gelekî tund diçin ser terorîstan, kesên têkildarî rêxistinên terorê re ji wezîfeyê tên standin, anîna cezayê darvekirinê tê nîqaşkirin, li ser medyayê astengî heye, ji 72 şertên serbestiya vîzeyê 7 şert nehatine çêkirin. Ji bo pîşezasiya parastinê çekan didin û wê êdî ambargoyê deynin. Ji bo welatekî weke Tirkiyê ku li ser xaka xwe çalakiyên terorê tên kirin, gotina dest ji têkoşînê berde, tê wateya ku dikanê bigire û here."

    ‘DIBE KU EM REWŞA AWARTE 3 MEHAN, DIBE KU 3 MEHÊN DIN DIRÊJ BIKIN, JI WE RE ÇI?'

    Ey PE, ma we rê ji rêxistina terorê re vekir, ser xêrê be. Ma ne PKK weke rêxistina terorê hatibû ragihandin? Hûn çawa dikarin biryareke wisa bistînin, gelo hûn di wê ferqê de ne ku alîkariya rêxistinên terorê dikin? Fransayê (Rewşa Awarte) 3 mehan, 3 mehan, 6 mehan dirêj kir. Gelo we bi Fransayê re biryareke wisa stand? Bi sedema hilbijartina Fransayê difikirin ku careke din dirêj bikin. Tirkiye digel hewldana derbeyê û çalakiyên terorê hîna di 3yemîn meha Rewşa Awarte de ye. Dibe ku 3 mehên din, dibe li ser 3 mehên din em dirêj bikin. Ji we re çi, biryara vê parlamento dide, hikûmet dide. Ma ev welat ji hêla PEyê tê birêbirin, ji hêla hikûmetê tê birêvebirin, ji we re çi? Heddê xwe bizanibin. Ew derbas bû, ev di rabirdûyê de ma. Li Ewropayê kîjan welat di şertê me de ba ne Rewşa Awarte wê tiştên gelekî girantir bikaran. Heke ku dixwazin bibêjin ku ‘Çi bê serê we divê hûn dengê xwe dernexin' bila biborînin."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan bangî PEyê kir: "Heke hûn zêdetir gavan biavêjin emê deriyên sînoran vekin"
    Serokê PEyê Schulz û Binali Yildirim civîna hevbeş lidar dixin
    PEyê ji bo Tirkiyeyê civîna derasayî lidar xist
    Etîketan:
    Yekîtiya Ewropayê (YE), Parlamentoya Ewropayê (PE), PKK, FETO, YPG, PYD, Recep Tayyip Erdogan, Stenbol, Fransa, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de