22:15 17 Tebax 2017
Zindî
    Binali Yıldırım

    Yildirim: PE bi vê biryarê xwe biçûk dixe

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 1601

    Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim derheqê biryara Parlamentoya Ewropayê (PE) ya cemidandina gotûbêjan de got: "Ti wateya vê biryarê nîne. Him dibin bûk him dibin zava. PE bi vê biryarê tenê xwe biçûk xistiye."

    Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim di bernameya girtinê ya Pêşangeya Tenduristiyê ya Stenbolê de axivî. Hin xalên sereke ji axavtina Yildirim wiha ne:

    'DOSTÊN ME YÊN EWROPÎ DEMA MIJAR DIBE TIRKEYÊ JI NÊRÎNA OBJEKTÎV DÛR DIKEVIN'

    "Yekîtiya Ewropayê biryarek stand. Biryar standin ku gotûbêjên bi Tirkiyê re bicemidînin. Li gel me ti nirxê vê biryarê nîne. Çiqasî dixwazin bila ewqas biryaran bistînin. Em heke miletê me yê ezîz çi biryarê bistîne stûyê me jê re ber jêr e. Ji bilî jê ti girîngiya yên din nînin. Em taybetmendiya dînamîk û potansiyela Tirkiyê dizanin. Mixabin dostên me yên ewropî dema mijar dibe Tirkiyê ji nêrîna xwe ya objektîv dûr dikevin. Biryara ku PEyê minaka herî baş e ji vê. Ti wateya vê biryarê nîne. Bi xwe dibin bûk û bixwe dibin zava. PEyê bi vê biryarê tenê xwe biçûk xistiye. Divê YE biryarê bide ku wê bi Tirkiyê re yan bi rêxistinên terorê re hevkariyê bike. Hûnê her gav bibêjin ku ewlekariya Ewropayê ji Tirkiyê derbas dibe û hûnê bi rêxistinên terorê yên FETOyî re mil bi mil bin, em vê ti carî qebûl nakin. Tirkiye bi peymana derbarê penaberan ve girêdayî. Lê em li bendene ku dostên me yên ewropî jî li pişt soza xwe bisekinin. Eyardana Tirkiyê bêvizyoniye. Ev biryar di lûtkeya serakon de wê cidî neyê dîtin. Ez wisa difikirim ku li Ewropayê hîna serokên xwedî vizyon hene."

    Bi heman mijarî:

    Serokê Partiya Komunîst: ‘Biryara PEyê em şaş nekirin'
    ‘Encamên biryara PEyê wê di pratîkê de derkevin holê'
    Serokê PEyê Schulz û Binali Yildirim civîna hevbeş lidar dixin
    Salih Muslim li PEyê axivî: Divê YE li hemberî dagirkeriya Tirkiyê deng bide
    PEyê ji bo Tirkiyeyê civîna derasayî lidar xist
    Etîketan:
    FETO, Yekîtiya Ewropayê (YE), Parlamentoya Ewropayê (PE), Binali Yıldırım, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de