08:38 26 Îlon 2017
Zindî
    Ayhan Bilgen

    Nehiştin mêvan beşdarî civîna koma HDPê bibin

    © Sputnik/ Yurdagül Şimşek
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 94 0 0

    Mêvanên ku xwestin beşdarî civîna koma HDPê ya Parlamentoya Tirkiyê bibin, hatin astengkirin.

    Piştî girtina hevserok û parlamenterên HDPê, civîna koma HDPê ya li Parlamentoya Tirkiyê, ji ber astengkirina beşdarbûna mêvanan bê beşdar lidar ket.

    Kesên ku xwestin beşdarî civîna koma HDPê bibin hatin Parlamentoyê, lê ji hêla wezîfedarên Parlamentoyê hatin astegkirin. Çavlirê bû ku nûnerên komeleyên ji hêla hikûmeta AKPê ve hatine girtin beşdarî civînê bibin.

    Wekîla Serokê Koma HDPê Çaglar Demirel bertek nîşanî vê rewşê da û wiha got: "Ji ber zêdebûna eleqeya bi partiya me zêde dibe nizanin wê çi bikin. Niha jî gelê ku ji bo beşdarî civîna koma me bibin negirtin hundir."

    'EV ŞERMA MECLÎSÊ YE'

    Di civînê de berdevkê HDPê Ayhan Bilgen axivî û wiha got:

    • Ev şerma Meclîsê ye. Li ba me ne ji camê lê ji dil tê axavtin. Gotinên me jî hene, rûyê me jî heye.

    • Ji du rêzikên peyama Hevserokê me, ji posterên wî ditirsin. Bi tirsa pankarta ‘dest nede vîna min' dijîn.

    • Serokomar dibêje ku ‘Rewşa Awarte nabe pirsgirêk, herkes dikare biçe karê xwe' lê dibe ku agahiya wî jê tine be, bi hezaran kes ji karên xwe hatin avêtin.

    • Dibêjin ku ‘Li Şirnexê qedexeya derketina kolanan qediya. Herkes diçin malên xwe' lê li Şirnexê kolan neman, mal neman ku bikevênê.

    Bi heman mijarî:

    HDP: Rejîm biguhere dê xeta polîtîkaya navnetewî jî biguhere
    HDP: 'Plana Byê ketina partiya me ye'
    HDP: Gel çawa bixwaze wê wisa bibe
    Kurdên Kurdistana Îranê: HDP ne bi tenê ye
    HDP: Em ê xebata xwe ya qanûndanînê rawestînin
    Etîketan:
    Parlamentoya Tirkiyê, HDP, Çaglar Demirel, Ayhan Bilgen, Şirnex, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de