22:54 25 Hezîran 2018
Wezareta Hundir a Tirkiyeyê

Wezareta Karê Hundir: 370 komele hatin girtin

© Foto : AA
Polîtîka
Lînkê kurt
0 02

Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê bi îdiaya ku têkiliya wan bi FETO, PKK/KCK, DHKP-C û DAIŞê re hene biryara girtina 370 komeleyan stand.

"Di çarçoveya 11emîn xala Yaseya Rewşa Awarte de, bi sedema parastina ewlekariya giştî, asayiş û pergala civakê, li 39 bajaran xebatên 370 komeleyên hate destpîkirin ku ji bo ewlekariya milî tehdît in ji hêla walîtiyên me ve hatine sekinandin ku 153 ji wan bi FETOyê re, 190 jê bi PKK/KCKê re, 19 bi DHKP-Cê re û 8 jî bi DAIŞê re têkildar in.

Derbarê van de xebatên lêkolîn û nirxandinê berdewam dikin û têkoşîna me bi sazî, dezge, kom ên bi rêxistinên terorê re têkildar bi biryarî û bêyî seknê wê berdewam bike."

Wezaretê navê komeleyan diyar nekiriye lê li gorî nûçeya ANFê Walîtiya Edeneyê MKM-DER Edeneyê bi heman hincetê girt.

Bi heman mijarî:

Derheqê 9 televizyon û 2 rojnameyên kurdan de lêpirsîn hat vekirin
Li dijî rêvebir û nivîskarên berê yên rojnameya Zamanê operasyon
Di lêpirsîna Cumhuriyetê de ji bo 8 kesan daxwaza girtinê
Li dijî Cumhuriyetê operasyon: Gelek nivîskar û rêvebir hatin binçavkirin
Yekem televizyona kurdî ya zarokan hat girtin
Etîketan:
Walîtiya Edeneyê, ANF, MKM-DER Edene, DAIŞ, DHKP-C, KCK, PKK, FETO, Wezareta Karê Hundir a Tirkiyê, Edene, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de