01:20 26 Îlon 2017
Zindî
    Ayhan Bilgen

    HDP: Gel çawa bixwaze wê wisa bibe

    © Foto: FB
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen, diyar kir ku navenda partiya wan hatiye dorpêçkirin û ew nikarin xebatên partiyê bimeşînin. Bilgen got ku piştî gotûbêjên bi gel re ew ê biryara xwe ya dawî bidin.

    Berdevkê HDPê û Parlamenterê Qesrê Ayhan Bilgen derbarê pêşketinên dawî de civîna çapemeniyê lidar xist. Bilgen di civînê de destnîşan kir ku navenda partiya wan ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin û rêveber û parlamenterên wan nikarin bikevin navendê. Bilgen diyar kir ku ti cidiyeta bangewaziya siyaseta sivîl nîne û wiha berdewam kir: "Duh me li Stenbolê xwest ku daxuyaniya çapemeniyê bidin, li helwesta parlamentera me Huda Kaya rast hate binêrin. Şêwirmendê wê digel hişyariya doktor bi darê zorê birin îfadeyê. Heke ku parlamenterek û şêwirmendê wê rastî vê helwestê tê, em ê li ku û çawa siyaseta sivîl bikin?"

    'EM Ê HER TIŞTÎ BI GEL RE NÎQAŞ BIKIN'

    Ayhan Bilgen aşkere kir ku ew ê di rojên pêş de civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) çêbikin û piştî wê di asta herêmî de nîqaşan bidin destpê kirin. Bilgen wiha berdewam kir: "Em ê her tiştî ji bo ku gel nîqaş bikin bînin rojevê. Ti hevalên mebi paldankê ve nezeliqîye. Tirkiye ya wê bibe xwediyê şertên demokrasiya beşdar, rasterast û bi kalite yan jî wê her roj darbeyên nû di her deverên jiyanê de bên jiyîn. Ev jî dê Tirkiyê ber bi kaosên mezintir bikşîni."

    'EM WEKE KU TI TIŞT NEBÛYE TEVBIGERIN?'

    Bilgen ji bo bangewaziyên derbarê partiya wan de jî diyar kir ku "Di demeke ku hevserokên partiya me, parlamenterên me, şaredarên me tên girtin de em weke ku ti tişt nebûye tevbigerin? Liv ir mijar ne ew e ku gelo wê parlamenter meaş bistînin an na."

    Bi heman mijarî:

    HDP: Em tayînkirina qeyûmê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê nas nakin
    Hevserokên HDP û DBPê yên Mûşê hatin desteserkirin
    HDP: Ji filitîna Kulter em şerm nakin tew em serbilind dibin
    Duran Kalkan: ‘Dibe ku HDP her kêlîkê ji holê were rakirin'
    HDP bo diyarkirina nexşerêya xwe, civîya
    Etîketan:
    Parlamena Tirkiyê, HDP, Huda Kaya, Ayhan Bilgen, Qers, Tirkiye, Enqere, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de