21:08 26 Îlon 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Ewropa mazûbaniyê ji terorê re dike

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 3703

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got: "Ewropa weke yekîtiyê, digel ku PKKê weke rêxistina terorê ragihandiye, Ewropa mazûbantiyê ji terorê re dike."

    Serokomarê Tirkiyê Erdogan diyar kir ku ‘di bûyerên dawî de wezîrên ewropayî êrîşî Tirkiyê kirin, hatin û çûn û partiya serdana partiya diyar (HDP) kirin.'

    ‘YA TE BÊALÎ, SERBXWEYE; HIQÛQA LI BA ME, GUGUK E?'

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan
    Cumhurbaşkanlığı / Murat Çetinmühürdar
    Erdogan axavtina xwe wiha berdewam kir: "Wê çi bibe, hûn diçin û tên, hûnê li vir biryarê bidin guherandin? Li vir hiqûq hey. Dema ku em ji van re tiştekî dibêjin, bersivê wiha didin; ‘Em dewleta hiqûqê ne, lewre em nikarin mudaxeleyî hiqûqê bikin, hiqûq serbixwe ye, bêaliye.' Ya te bêalî, serbixwe; hiqûqa li ba me guguk e? Ya me jî bêalî û serbixwe ye. Çawa ku tu ji bo xwe rêzê dixwazî, tê ji me re jî rêzê bixwazî, biborîne…Di gelek bûyeran de vî tiştî weke hincet her derxistine pêşiya me.

    Min 4 hezar dosyayên MITê da Birêz Şansolyeyê (Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel) 4 hezar. Derbarê terorîstan. 6 meh berê dema me li Stenbolê hevdîtin kir min got ku ‘Min 4 hezar dosya da we. Tê bîra we?' Got, ‘Tê bîra min'. Min got, ‘Baş e çi bû ji wan dosyayan?'. Got ku ‘Ew dosyayan niha bûn 4 hezar û 500'. Min got ‘Wê çi bibe?'. Edaleta dereng mayî ne edalet e. Hûn edaletê bipaş dixin. Niha mamosteyên min ên hêja, xwendekarên xoşewîst, Ewropa weke yekîtiyê, digel ku PKKê weke rêxistina terorê ragihandiye, Ewropa ji terorê re mazûbantiyê dike."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Ev xwenezanan dixwazin Tirkiyeyê li qada navneteweyî têxin tengasiyê
    Erdogan: "Nayê qebûlkirin ku hûn tiliya xwe bi ser me de bihejînin"
    "Çawa Hitler bi ser neket, Erdogan jî bi ser nakeve"
    Erdogan: "Ev hetanî mahrema me hatin"
    Erdogan: Em ê berê xwe bidin Minbic û Reqqayê
    Erdogan û Obama hevdîtin pêk anîn
    Erdogan: "Min ji Pûtîn re got em gelê Helebê têxin aramiyê"
    Etîketan:
    MIT, hdp, Yekîtiya Ewropayê (YE), PKK, Angela Merkel, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de