21:42 25 Îlon 2017
Zindî
    Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim

    Ji Yildirim ji bo HDPê: Dibêjin ku nayên parlamenê, jixwe zêde nadihatin jî

    AA/Guven Yilmaz
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim derbarê biryara HDPê ya rawestandina xebatên xwe yên Parlamenê de axivî

    Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim li bajarê Bayburtê di dema merasîma vekirina hin avahiyan de axivî û got: "Ew rêxistinên nemerd ku weke di encama ji heman ciyî ferman standibin û ketibin tevgerê, Xwedê bê erê, em ê wan yek bi yek bînin ser rê. Her kî be ku xerabiyeke biçûk li vî miletî kiribe teqez wê hesab jê bê pirsîn, ti rêyeke wê ya din nîne. Ne tenê yên ku bombeyan diavêjin, yên wêran dikin, yên ku piştgiriya terorê dikin jî wê hesab bidin."

    Yildirim wiha axivî:

    "Dibêjin ku ew naçin parlamenê. Jixwe zêde nedihatin jî. Car caran tên. Gel, wekîlê xwe dihilbijêre û dişîne Enqeyê, çima, biçe li Parlamenê yaseyên ku hewcedariya me pê heye derxe. Ê niha we ji gel wekalet stand, em hewcedariya wekaleta ku me ji gel standiye nakin. Weke xwendekarê ji dibistanê direve. Wê biçin parlamenê û peywîrên ku gel day wan bicî bînin.

    Heke hûn bibêjin ku em naçin Parlamenê, hûn bêhurmetiyê li gel dikin. Heke ku hûn neçin parlamenê çi hewce be wê gel bi we bike. Heke ku hûn vîna milî nas nekin, milet jî tiştê hewce wê bi we bike.

    Ji ber wê, bêyî ku bibe dereng ji vê şaşîtiyê vegerin birayê min. Werin parlamenê, hûn çi dixwazin bibêjin. Pisgirêk ne axavtin e. Pirsgirêk ne îfadekirina fikran e. Pirsgirêk bikaranîna siyasetê weke mertal li hemberî terorê ye. Ti siyasetmedar nekare statuya xwe bikar bîne û ji terorê re bibe mertal.

    Kesên ku welakelata gel stardibe, wê ji bo xizmetê biçin parlamenê, wê li parlamenê wezîfeya ku gel daye wan pêk bînin. Dema ku hûn bibêjin ‘em naçin parlamenê' wê demê bêrêziyê li hemberî gel bikin, hûnê heqaretê li gel bikin. Heke ku hûn neçin parlamenê, wê milet di hilbijartinê de çi hewce bike pêk bîne. Heke ku hûn vîna milî nas nekin, gel jî we nas nake.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: ‘Tenê darikeke niftikê, tenê fîndek bes e'
    Demirtaş li odeya mêvanan ya girtîgehê dimîne
    Selahattin Demirtaş birin Girtîgeha Edîrneyê
    Kiliçdaroglu li hevjîna Demirtaş geriya
    Demirtaş peyameke niviskî da
    Etîketan:
    Parlamena Tirkiyê, HDP, Binali Yildirim, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de