09:08 22 Gulan 2018
    Osman Baydemir

    Baydemir: 'Em berdewama Mehmet Sincar û Orhan Dogan in'

    © Foto: Rûdaw
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamenterê HDPê Osman Baydemir li ser desteserkirina Hevserok û parlamenterên HDPê got: "Ez bang li Erdogan dikim. Ne desteserkirin, girtin, tu me bixe mengeneye, tu me parçe parçe jî bike, em qet dest ji xeyalên xwe yên azadiyê bernadin."

    Parlamenterên HDPê ji ber ku polîsan destûr nedan li ber avahiya Navenda Giştî ya HDPê ya li Enqereyê daxuyaniyê bidin, derbarê desteserkirina Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag û 10 parlamenterên HDPê de li Parlamena Tirkiyê de civîneke çapemeniyê lidar xistin. Di civînê de parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir diyar kir ku, hevserokên wan, parlamenterên wan, şaredarên wan, hevalên wan ên partiye ne ji ber diziyê tên girtin. Ne ji bo ku di destên wan de xwîna mirovan heye hatin desteserkirin. Kesên ku ev operasyon plan kirine, pêkanîne û kesên ku derbe li demokrasiyê dixin bixwe sûcdar in. Wê dîrok bi awayekî herî objektîv wan darizîne.

    'EM STÛYÊ XWE NATEWÎNİN'

    Baydemir wiha berdewam kir: "Em berdewama Mehmet Sincar û Orhan Dogan in. Ez bang li Erdogan dikim. Ne ku tu me desteser bikî, tu me bigrî, tu me bixî mengeneye jî, parçe parçe jî bikî, em qet û qet dest ji xeyalên xwê yên azadiyê bernadin. Her kî ku derbeyê li îradeya gel bixe, ew nemerd e. Derbeya 15ê Tîrmehê çawa ku nemerdî be, derbeya ku îro jî tê kirin ew e. Em stûyê xwe xwar nakin. Teslîmbûna HDPê tê wateya kolebûna kurdan û cudahiyan. Em stûyê xwe ji polîtîkayên kolekirinê re natewînin. Em ê li ber xwe bidin û em ê berxwe bidin."

    Bi heman mijarî:

    YNK: AKP dijminatiya HDPê dike
    KCK:Beriya niha biryara girtinê hatibû standin
    Kiliçdaroglu: "Yê ku bi hilbijartine hatine divê dîsa bi hilbijartinê herin"
    Hevserokên HDPê Demirtaş û Yuksekdag hatin girtin
    Wezareta Navxweyî: 11 wekîlên HDPê hatin desteserkirin
    Tevlî Demirtaş 11 wekîlên HDPê hatin desteserkirin
    Etîketan:
    hewldana derbeya 15ê Tîrmehê, Parlamena Tirkiyê, HDP, Recep Tayyip Erdogan, Orhan Dogan, Mehmet Sincar, Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş, Osman Baydemir, Riha, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de