11:26 22 Sibat 2018
Zindî
    selahattîn demîrtaş-hdp

    Demirtaş bang li Kiliçdaroglu kir

    © Foto: AA/ Okan Özer
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş bang li Serokê CHPê Kiliçdaroglu kir û got ku Serokê birêz ê muxalefeta bingehîn ku li Yenikapiyê derkete dike, gelo ji partiya te kesek jî di nava wê qelebalixê de hebû? Dema ku Serokê Giştî yê CHPê li wir bû, gelo yek CHPî hebû? Tune bû?"

    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş di civîna koma HDPê ya Parlamena Tirkiyê de axivî. Demirtaş li ser girtina Hevşaderarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli sekini û got ku ev ne operasyoneke dadê ya ji rêzê ye, yek ji lingên projeya siyasî ya dîlgirtina hemû civakê ye. Demirtaş wiha axivî: "Ev rehîngirtine. Revandin e. Hevalên me niha ji hêla çeteke ku desthilatdar e hatiye revandin û li ciyekî ku navê wê Kandira ye rehîn tên girtin."

    'JI ZÛ DE YE DIXWAZIN AMEDÊ BIDEST BIXIN'

    Demirtaş girtina Kişanak, Anli û Ayla Akat Ata weke ‘komployeke mezin' nirxand û wiha got: "Tayyip Erdogan salên dirêj e, ji roja ku ketiye siyasete heta niha her xeyala Amedê dibîne. Xeyala piraniya dengên li Amedê. Lê Amedê her wext kabûs pê daye dîtin. Ferman dida û digot ku ‘bi çi rêbazê be bila bibe, divê bê standin'.

    'ŞAREDARIYÊN ME PARE JI PKKÊ RE NEŞANDINE'

    Demirtaş behsa wan îdiayan kir ku dibêjin ‘Şaredariyên DBPê ji PKKê re pare dişînin' û wiha nirxand: "Di nava vê demê de ji qaseya yek şaredariyeke me ne ji çiyê ne jî ji beriyê yek qirûş pare neçûye. Butçeyên resmî hene. Ji Enqereyê pare tê, diyar e ku wê li ku bê mesrefkirin. Eletewşiyeke wisa dibe? Ya duduyan, ti wezîfedarên me bi şandina pare ji bo çiyê, vir û wir ne wezîfedar e. Pareyê gel e. Ne ya dozger, wê rasTî rexneya me ya herî tund werin."

    'DIVÊ GOKÇEK Û TOPBAŞ BÊN GIRTIN'

    Demirtaş dibêje ku di lêpirsînê de ji şaredarên wan re derbarê vê mijarê de pirs nehatiye kirin wiha dewam dike: "Heke ku şaredariya alîkariya rêxistinên terorê kirine, heke ku hewce bike qeyûm bên tayînkirin, ez du mînakan bidme we. Kadir Topbaş û Melik Gokçek. Bi serbilindî behsa tiştên ku dane cemaetê dikin. Ji wî zilamê ku Enqere parsel bi parsel firotiye re qeyûm tayin bikin. Ne Gultan Kişanak û Firat Anliye ku divê hûn bişînin Girtîgeha Kandirayê, Melih Gokçek e, Kadir Topbaş e. Hûnê bibêjin ku ‘serkêşê wan li qesrê ye'. Ne got ku ‘çi xwestine me daye wan'?"

    'ÇETEYEK LI HOLÊ HEYE'

    Selahattin Demirtaş behsa girtin, desteserkirin û jikar dûrxistinan kir û wiha got: "Li holê çeteyek heye. Hikûmet nîne, xebatên bi çete ve girêdayî hene. Tiştekî bi navê racona mafyayê heye. Li gel vana ew jî nîne. Di bin wê jî de ne. Kesê ku welat bidest xistiye derdikeve û dibêje ku ‘mexdûriyeta çi?'. Nîvê welêt mexdûr e, nîvê wê ji ber vî tiştî mexdûr e.

    'EM NE NEÇARÎ BLOGA FAŞÎST IN'

    Demirtaş behsa serdegirtina rojnameya Cumhuriyetê, girtina tekane rojnameya rojane ya bi kurdî Azadiya Welat û tekane ajansa jinê JINHAyê kir û bang muxalefetê kir: "Di rewşên wisa de piştevanî gelekî girîng e. Teslîmnebûn gelekî girîng e, ti wateya her gav di parastinê de nîne. Divê em van têk bibin, wan serobino bikin û li erde xwin. Em di demeke wisa de derbas dibin ku tirk, kurd, elewî, sune herkesên ku tirseke mezin dijîn hemleyeke hember bikin. Divê em wan jê bixin. Dema sendoqa pêşîn hate danîn, weke muxalefeteke xurt divê em vebijarkeke desthilatdariyê ya demokratîk ya alternatîv ji Tirkiyê re pêşkêş bikin. Ma em ne neçarî vê bloga faşîst in?"

    'JI CHPÊ KES LI WIR TUNE BU'

    Demirtaş ji bo Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wiha axivî: "Xeletî û şaşîtiyên muxalefeta bingehîn çêbûn ku şens dane AKPê, prim dane wê. Ders ji vî tiştî derxistin, tiştek di vî warî de xuya nake. Di demeke ku dahatûya welat di bin xetereyê de ye, divê em di bin prensîbên esasî de têkoşînê bikin. Serokê birêz ê muxalefeta bingehîn ku li Yenikapiyê derkete dike, gelo ji partiya te kesek jî di nava wê qelebalixê de hebû? Dema ku Serokê Giştî yê CHPê li wir bû, gelo yek CHPî hebû? Tune bû?"

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: 'Tirkiye amadekariya operasyona dersînor dike'
    Demirtaş ji Erdogan re: Tu ditirsî bibêje ku min her du jî winda kirin
    Demirtaş û Yuksekdag kuştina rêveberên AKPê şermezar kirin
    Demirtaş: Ne dema tirsê ye, ji mirinê wêdetir tiştek nîne
    Demirtaş: Asîmilasyona herî zêde di vê demê de çêbûye
    Etîketan:
    JİNHA, Azadiya Welat, Cumhuriyet, CHP, PKK, DBP, AKP, HDP, Kemal Kiliçdaroglu, Ayla Akat Ata, Gultan Kişanak, Selahattin Demirtaş, Firat Anli, Recep Tayyip Erdogan, Kocaeli, Enqere, Stenbol, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de