20:24 16 Tebax 2017
Zindî
    Selahatîn Demîrtaş

    Demirtaş: 'Tirkiye amadekariya operasyona dersînor dike'

    © Foto: AA
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 3811

    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş li Amedê axivî û got ku Tirkiye Mûsilê dike hincet û amedakariyên operasyona dersînor dike.

    Amed — Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş derbarê serdegirtina avahiyên HDPê û DBPê û girtina rêveber û endamên her du partiyan li Amedê, li avahiya partiya xwe civînek çapemeniyê lidar xist. Demirtaş behsa serdegirtin û desteserkirinan kir û diyar kir ku kesên ji 11ê Cotmehê û vir ve hatine desteserkirin, bê sebep hatine desteserkirin û li salonên sporê yên girtî tên hiştin. Demirtaş daxwaza serbest berdana rêveber û endamên HDP û DBPê jî anî ziman û wiha got: "Di nava hevalên me de nexweşên giran hene. Hevalên me ku yên pêdiviya wan bi alîkariyê hene jî cî digirin. Li hemberî cezakirina hevalên me bi hêrsa tolhildanê wê gelê Amedê bêdeng nemine."

    'EM NE BERXÊ BER KÊRÊ NE'

    Demirtaş derbarê ihtimala desteserkirina parlamenterên HDPê jî destnîşan kir ku dibe vî tiştî bikin lê ew jî ne berxê ber kêrê ne.

    Selahattin Demirtaş derbarê operasyona Mûsilê û helwesta Tirkiyê jî wiha nirxand: "Di kulîsên Enqereyê de nîqaş derbarê operasyona dersînor de tên kirin. Operasyona dersînor û herêma ewlekariyê li gel hev tên nîqaşkirin. Divê her welat ewlehiya xwe pêk bîne lê divê axê dagir neke û dev ji mafên mirovan bernede. Sedam axa Kuweytê dagir kir lê dawiya wî çawa bû, me dît. Wekî ku niyeta hikûmetê heye lê divê dev ji vê yekê berde."

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş û Yuksekdag kuştina rêveberên AKPê şermezar kirin
    Demirtaş: Ne dema tirsê ye, ji mirinê wêdetir tiştek nîne
    Demirtaş: Asîmilasyona herî zêde di vê demê de çêbûye
    Baroya Amedê nûçeya Yeni Şafakê ya derbarê Demirtaş de derewand
    Demirtaş: ‘Parlamento bi ewayek fîîlî hatiye girtin'
    Etîketan:
    operasyona dersînor, DBP, HDP, Sedam Hisên, Selahattin Demirtaş, Enqere, Kuweyt, Mûsil, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de