09:07 17 Tebax 2017
Zindî
    Ahmet Turk

    Ahmet Turk: ‘Mûsil di herêma kurdan de ye'

    © Foto: Şaredariya Qiziltepe
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 4710

    Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir ku tenê armanceke hikûmeta AKPê di daxwaza beşdarbûna operasyona Mûsilê de heye, ew jî li hemberî kurdan avakirina herêmeke tampon e.

    Navenda Nûçeyan — Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji Ajansa Nûçeyan a Dîjleyê (DİHA) re derbarê operasyona Mûsilê û polîtîkaya Tirkiyê ya derbarê vê operasyonê de axivî. Turk îdia kir ku armanca AKPê ne têkoşîna li hemberî DAIŞê ye û Hikûmeta Tirkiyê bi derîvekirina ji DAIŞê re tohmet kir.

    Turk balkişand ser helwesta hikûmeta Iraqê yên derbarê hebûna leşkerên tirk li Iraqê û got ku ew jî ji vê hebûnê ne razî ne û wiha berdewam kir: "Bêyî bangewaziya cîhanê şansê wan ê beşdarbûna hêzên hevpeymanî nîne. Ji bo di raya giştî ya navxweyî de xwe li ser lingan bihêlin her roj dikin qîrîn û dibêjin em ê mudaxele bikin. Lê digel cîhanê nikarin tiştekî wisa bikin."

    Turk diyar kir ku divê gelê Mûsilê bibe xwedî rêveberiyeke nûneriya hemû gelan bikin û wiha got: "Lê divê em bizanibin Mûsil weke erdnîgarî li herêma kurdan e. Yanî divê em Mûsilê bikin du beş. Jêra Mûsilê herêma Ereb, li hemberî wê herêma kurd, rojavayî wê Şengal, herêma ku bi taybetî Êzîdî li wir dijîn."

    Turk herwiha bang li siyaseten kurdan kir ku bi aqilekî hevbeş tevbigerin û piştgiriya hevdû bikin.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye wê çawa têkeve Mûsilê?
    Ji gelê Mûsilê hat xwestin ku li dijî DAIŞê serî hilde
    Pûtîn û Erdogan operasyona Mûsilê axivîn
    Pûtîn ji bo operasyona Mûsilê ji Ebadî re serkeftin xwest
    Işik: Hêzên me yên hewayî wê beşdarî operasyona Mûsilê bibin
    Etîketan:
    ereb, Êzîdî, Hêzên Hevpeymanî, artêşa tirk, Hikûmeta Iraqê, DİHA, DAIŞ, Ahmet Turk, Mêrdîn, Şengal, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de