13:45 21 Hezîran 2018
Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş

Demirtaş: Ne dema tirsê ye, ji mirinê wêdetir tiştek nîne

Özge Elif Kızıl
Polîtîka
Lînkê kurt
0 0 0

Bi mebesta yekemîn salvegera Qetlîama Gara Enqereyê li ber Garê bernameya bîranînî hate lidarxistin. Di bernameyê de Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş axivî û wiha got: "Ev desthilatdariya hov wê biçe, ji bilî copê di dest de tiştekî din nema."

Xwepêşandan, polês, TOMA
© AFP 2018 / / ILYAS AKENGIN
Enqere — Demirtaş di axavtina xwe de kesên jiyana xwe ji dest dane bi rehte bibîranî û wiha got: "Îro destûrê nadin lê wê rojek were, em ê bi sed hezaran re bîranînê pêk bînin. Ev desthilatiya hov wê biçe. Ji bilî copê di dest de tiştekî din nema."

‘HEKE KU DEYNÊ ME YÊ CAN HEBE EM Ê DEYNÊ XWE BIDIN'

Demirtaş bertek nîşanî astengkirinê da û got ku "Wê walî biçe lê malbat nikaribin biçin. Ev qeşmertiye. Fatoreya vê zilmê wê ji desthilatdariya siyasî re bê derxistin. Ne dema tirsê ye. Ji mirinê wêdetir tiştek nîne. Me deyn da. Heke ku deynê me yê can ji bo gelê me hebe em ê wî jî bidin. Zarokên berxwedêr ên gelê kurd û tirk wê biserkevin. Wê mîrateya aştiyê ya wan mirovên aştîxwaz ku wê rojê li vir mirin bicî bê."

Bi heman mijarî:

Qurbaniyên Qetlîama Rawestgeha Enqereyê li Kadikoyê hatin bibîranîn
Polîsan destûr nedan yadkirina Qetlîama Rawestgeha Enqereyê
Polêsan, bi ava şid û xaza rondikrêj êrişî bîranîna Enqere ya Garê kirin
Etîketan:
Qetlîama Rawestgeha Enqereyê, HDP, Selahattin Demirtaş, Enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de