08:59 17 Tebax 2017
Zindî
    Îlam, Kurdistana Îranê

    Li ser sînor şer: 12 endamên PJAKê jiyana xwe ji dest da

    © Foto: Rojî Kurd
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 958 0 0

    Li eyaleta Kirmaşanê ya Kurdistana Îranê di navbera Pasdarên Îranê û şervanên PJAKê de şer qewimî û di encama şer de 12 şervanên PJAKê jiyana xwe ji dest da.

    Naveda Nûçeyan - Li gorî agahiyên Rûdawê Pasdaran daxuyand ku li bajarê Bawecan ê eyaleta Kirmaşanê li herêma Çengberanê 12 kesên ‘biçek' hatin kuştin.

    Fermandarê Pasdarên Îranê Mûhammed Pakpûr jî di derbarê mijarê de got "komeke bi çek ku gava xwest têkevin nava axa Îranê bi piştgiriya hêzên herêmî bêbandor hatin kirin."

    Pakpûr kesên ku hatin kuştin wek ‘dijberên şoreşê' û hevalbendê Amerîkayê' bi nav kirin û îdia kir ku gelek çek û muhîmat li ser wan hatiye bi dest xistin.

    Her wiha hat dest nîşan kirin ku di wî şerî de 3 leşkerên Îranê jî birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    PJAK îdiayên ku Amerîka û Erebîstana Siûdî pere û çek daye wan derewand
    PJAK: Em berdewamiya xebatên şehîd Dr. Qasimlo ne
    PJAK û Pasdarên Îranê pevçûn: 3 Pasdar htin kuştin
    PJAK: ‘Tirkiyayê 3 gerîlayên me kuştin’
    Girtiyên PKKê û PJAKê dest bi greva birçîbûnê dikin
    Îran: 5 endamên PJAKê hatin kuştin
    Etîketan:
    şer, PJAK, Mûhammed Pakpûr, Îsraîl, Amerîka, Çengeberan, Kurdistana Îranê, Kirmanşan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de