14:31 19 Îlon 2017
Zindî
    Fîgen Yuksekdag

    Yuksekdag: Dibe ku êrişî partiya me bikin

    © Foto: Cesim İlhan
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 2110

    Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag bo piştevaniyê serdana ÎMC TVyê kir û li wê derêderbarê rojevê de hin daxuyanî da.

    Stenbol - Yuksekdag serdana ÎMC TVyê ya ku di çarçoveya Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hate girtin kir.  Yuksekdag di dema serdanê beşdarî bernameya Nezahat Dogan bû û derbarê girtina radyo û televîzyonên dijberê hikumetê de axivî.
    Yuksekdag amaje kir ku haya RTUKê ji girtinan tune ye û hikumet bi xwe biryara wan daye. Yuksekdag diyar kir ku ji derbeyekê derbeyek din çêbû û bi vê yekê gelek dengên dijber hatin birîn.
    Yuksekdag di dewamiya axaftina xwe de wiha got: 'Beriya ku bi ser nûnerên siyasî yên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin bigrin, xwestin ku kanalên ku wê vê bûyerê bikin nûçe bigrin.'
    Li gorî Yuksekdagê operasyonên bi ser çapemeniyê parçeyek ji operasyonên siyasî ye û azadiya çapemeniyê bûye parçeyek ji operasyona êrişa siyasî.

    'HIKUMET HÊRSA XWE JI ÇAPEMENIYÊ DERDIXE'

    Yuksekdag amaje dike ku azadiya çapemeniyê û siyaset ji hev cuda ne û kesek nikare ji ber şerê siyasî êrişî ser çapemeniyê bike. Yuksekdag daxuyand ku hikumet hêrs û nefreta xwe ji çapemeniyê derdixîne.

    Bi heman mijarî:

    Wekîlê HDPê: Rûsya li Sûriyeyê planên Tirkiyeyê, komên cîhadîst û welatên rojava têk birin
    Parlamenterê HDPê, pirsa giravên Deryaya Egeyê ji Erdogan kir
    HDPê ji bo Kolombiyayê nameya pîrozbahiyê şand
    Demirtaş: Dibe ku di rojên pêş de HDPê bigirin û parlamenteran desteser bikin
    Şandeya HDPê serdana Talebanî kir
    Etîketan:
    çapemeniya kurdî, girtina kanalên kurdî, şer, girtinên siyasî, îmc tv, fîgen yuksekdag, stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de