08:02 24 Tebax 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Hin kes dixwazin Peymana Lozanê weke serfirazî bi me bidin qebûlkirin

    © Foto: AA/ Ahmet İzgi
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan got: 15ê Tîrmehê, duyemîn Şerê Rizgariya miletê tirk e. Hin kes dixwazin Peymana Lozanê weke serfiraziyekê bi me bidin qebûlkirin.”

     

    Enqere — Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di civîna keyayan de axivî û wiha got:

    • 15ê Tîrmehê duyemîn Şerê Rizgariya miletê tirk e. Hin kes dixwazin Peymana Lozanê weke serfirazî bi me bidin qebûlkirin. Hin kesan xwestin Lozanê weke serfirazî bi me bidin qebûlkirin. Me giravên li Egeyê di Lozanê de dan. Ev serfirazî ye? Ew kesên ku li ser wê maseyê rûniştin nekarîbûn mafê Lozanê bidin. Tengezariya wê em dikişînin.

    Civîna Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê(MGK)
    © Foto: Cumhurbaşkanlığı / Yasin Bülbül
    'HEWLDANA DAGIRKIRINA XAKA ME YE'

    • 15ê Tîrmehê, di dema ji 1912an heta 1923yan de hewldana dagirkirina xaka me ye ku ji 5an dakete 1ê.

    • Heke ku ev derbe jî bi serketa dibe ku wê hin xweferzkirineke ji Sewrê wêdetir wê derketa pêşberî me.

    • Zorê nedin sebra vê dewletê. Heke ku hûn bixwazin encama kesên zor dane vê dewletê bibînin pirtûkên dîrokê vekin û bibînin.

    '3 MEH JI BO REWŞA AWARTE TÊRÊ NAKIN'

    • Rewşa awarte ji bo têkoşîna li dijî rêxistinên terorê xurtir bike hate çêkirin. Xuya dike ku 3 meh têrê nakin. Têpêşbînikirin ku dem bêdirêj kirin.

    • (Ji bo êrîşa li ser Charlie Hebdo yê) Li Fransayê êrîşeke terorî yeke biçûk çêbû, 13-14 kes mirin, Rewşa awarte hate ragihandin.

    'JI BO ÇI TI KES REWŞA AWARTE JI FRANSAYÊ NAPIRSE'

    • Li Fransayê ev saleke Rewşa awarte heye. Ji dinyayê ti kes nabêje ku ‘We çima yek salin rewşa awarte ragihandiye'.

    'DIBE KU 12 MEH JÎ TÊRÊ NEKIN'

    • Evana aqil didin hevalên wezîr, dibêjin ku ‘Ji bo Tirkiyê yek sal rewşa awarte ne rast e. Sê mehan careke din dirêj nekin ha'. Bisekinin, bi sebir be. Dibe ku 12 meh jî têrê nekin. Bila ti kes ji me re salnameyan diyar nekin, ev nexşerê ji hêla hikûmeta vî welatî û saziyên wê ve tên diyarkirin. Ez wisa bawer dikim ku biryara dirêjkirina rewşa awarte wê ji hêla miletê min ve bi feraset were pêşwazîkirin û were piştgirikirin. Hûn kengî ji Tirkiyê re bûne dost, we kengî piştgiriya pêwîst da. Hemû jî li bendene ku ev derbe bi serkeftî bi dawî bibe. Zanyariyên hemûyan gihiştin me, tên. Hin kes li bende wê saetê bûn lê Xwedayê min û miletê min ew fersend nedan wan.

    ‘DOKUMAN DERBARÊ HEVKARIYA PKK, FETO Û DAIŞÊ HENE'

    • Têkoşîna li welatê me û herêma dimeşe ne yek alî û yek aktorî ye. Bi sedan dokuman hene ku PKK û FETO, PKK û DAIŞ di nava hevkariyeke çawa de ne. DAIŞ dikeve ciyekî û derdikeve, pişt ra PYD û YPG diçin li wir bicî dibin. Dezge wisa dixebite.

    • Yek sedema zêdebûna çalakiyên PKKê ên demên dawî hene ku fişara li ser FETOyê kêm bike, baldariya Sûriyê yan jî ya Tirkiyê li Sûriyê belav bike.

    • Artêşa tirk bi paqijkirina ji FETOyê operasyona ‘Mertalê Feratê' bi serkeftî berdewam dike.

    ‘LI HEMBERÎ DAIŞÊ ASA TÊKOŞÎNA RASTEQÎN DIDE'

    • Têkoşîna rasteqîn a ku Tirkiye û ASA li hemberî DAIŞê didin heye. Pirsgirêka Sûriyê êdî ketiye asteke nû.

    ‘ÇAVÊN ME NE DI XAKA SÛRIYÊ DE NE'

    • Çavên me ne di xaka Sûriyê de ne. Lê em ê koridora terorê ya ku tehdîtê çêdike ji holê rakin.

    ‘BI DESTPÊKIRINA GEŞTÊN CHARTERÊ YÊN BI RÛSYAYÊ RE AST BILIND BÛ'

    • Bi destpêkirina geştên charterê yên bi Rûsyayê re ast bilind bû.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Heke ku YPG di operasyona Reqqayê de hebe em beşdar nabin
    Erdogan: Amerîkayê çek dan şervanên kurd
    Erdogan bi Şinzo Abe û Borut Pahor re hevdîtin pêk anît
    Erdogan li New Yorkê bi Alîkarê Serokdewletê DYAyê Biden re rûnişt
    Pûtîn û Erdogan li ser Sûriyeyê axivîn
    Etîketan:
    Rewşa Awarte, Operasyona Mertalê Feratê, ASA, DAIŞ, FETO, PYD, YPG, PKK, Charlie Hebdo, Peymana Sewrê, Peymana Lozanê, Recep Tayyip Erdogan, Fransa, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de