01:51 19 Hezîran 2018
Hevserokê HDPê Selahettin Demirtaş

Demirtaş bang li hikûmet û PKKê kir: Çekan bisekinînin

© Sputnik / Cesim Ilhan
Polîtîka
Lînkê kurt
0 0 0

Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş bang li hikûmetê û PKKê kir ku çekan bidin sekinandin. Demirtaş got: “Ne ku leşker û polîs çekan berdin. Divê hikûmet û PKKê jî piştî ewqas tiştan famkiribin ku pirsgirêka kurd bi çekan çareser nabe.”

Navenda Nûçeyan —Hevserokê HDPê derbarê rojevê de nirxandin kir. Nirxandinên Demirtaş wiha ne:

"Desthilatdariya siyasî ji bo çareseriya li welatên din dibe navbeynkar lê krîza siyasî ya welatê xwe jinedîtî ve tê. Li welatê xwe behsa şer dike. Ev nêzîkatî nayê qêbûlkirin. Dibe ku ev ji bo me hebûyan bibe şansek lê dixwazin ser vê fersendê bigirin, reş bikin."

'LI ŞÛNA ARTÊŞ BIŞANDANA BAJARÊN KURDAN BILA LIJNE BIŞANDANA İMRALIYÊ'

Selahattin Demirtaş behsa şerê li bajarên kurdan kir û wiha axivî: "Salek berê li şûna ku artêş bişandana bajarên kurdan, Lijneya Çavdêriyê ya ku çavlirê bû bişandana İmraliyê wê ev êş çênebana. Kesên ku ew lijne neşandin, bingehê siyasî ya rejîma derbeyê ya li hemberî gelên Tirkiyê ava kirin û ji vê bingehê hêzê distînin."

'EM NABÊJIN BILA LEŞKER Û POLÎS ÇEKAN BERDIN'

Demirtaş bang li PKKê û hikûmetê kir ku çekan berdin. Daxuyaniya Demirtaş a di vê mijarê de wiha ye: "Em ji PKKê û hikûmetê dixwazin ku çekan bidin sekinandin. Ne ku leşker û polîs çekan berdin. Divê hikûmetê û PKKê jî piştî ewqas tiştan famkiribin ku pirsgirêka kurd bi çekan çareser nabe. Tehdîda derbeyê berdewam dike. Derbeya ku di 15ê Tîrmehê de bi destê leşkeran nikarîbûn bikin, niha dijminên Erdogan û krîptoyên FETOyî, di xwazin di nava civakê de bi avakirina mexdûriyetan ve çêbikin.

Bi heman mijarî:

Selahattin Demirtaş serdana Kurdistanê dike
Demirtaş: Êşkence li Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDPê hat kirin
Demirtaş wekaleta xwe ya qurbanê da Komeleya Rojava
Demirtaş: Kurd im, welatê min Kurdistan e, zimanê min kurdî ye
Demirtaş bersiva Binali Yildirim da: Em ê çawa biçin an jî neçin, ne karê serokwezîr e
Etîketan:
Hewldana derbeya leşkerî, çekberdan, polîs, Leşker, hikûmeta AKPê, FETO, PKK, HDP, Recep Tayyip Erdogan, Selahattin Demirtaş, Bajarên Kurdan, Grava Îmraliyê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de