08:49 22 Hezîran 2018
Akademîsyen

Gelek ‘akademisyenên aştîxwaz' jî di nav de bi hezaran karmend ji kar hatin dûrxistin

© DHA
Polîtîka
Lînkê kurt
0 0 0

Di çarçoveya Biryarnameya di hukmê Yaseya de gelek ‘akademisyenên aştîxwaz' jî di nav de bi hezaran karmend ji kar hatin dûrxistin.

Navenda Nûçeyan — Bi biryarnameyeke nû ya di hukmê yaseyê de bi hinceta ku têkiliyên wan bi FETOyê re hene gelek karmend ji kar hatin dûrxistin. Di vê çarçoveyê de 28 hezar û 163 kes ji Wezareta Perwerdeyê, 2 hezar û 18 kes ji Wezareta Tenduristiyê û saziyên bi wê ve girêdayî, 733 kes ji Wezareta Çandinî û Ajaliyê, hezar û 519 kes ji Serokatiya Diyanetê û 439 kes jî ji Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî ji kar hatin avêtin.

Li gorî vê biryarnameyê herwiha bi dehan akademisyen jî têkiliya wan ji zanîngehan hate birîn ku di nava wan de hin kesên îmze avêtibûn bin belavoka ‘akademisyenên aştîxwaz'. ‘Akademisyenên aştîxwaz' ji bo şerê li bajarên kurdan bisekine bang li hikûmetê kiribûn û piştî vê hewldana wan hin ji wan hatibûn desteserkirin û girtin.

Bi heman mijarî:

10 ‘Akademîsyenên Aştîxwaz' ji kar hatin dûrxistin
Ji bo akademîsyenên aştîxwaz 7.5 ceza tê xwestin
Derheqê mamosteyên ‘Aştîxwaz' lêpirsîn!
4 akademîsyênên aştîxwaz hatin binçavkirin
Akademîsyenê aştîxwaz ji kar hate avêtin
Ji Kaos Glyê ji bo Akademîsyenên Aştîxwaz piştgirî
Etîketan:
akademisyen, zanîngeh, karmend, biryarnameya di hukmê yaseyê de, Wezareta Polîtîkayên Malbatî û Civakî, Serokatiya Diyanetê ya Tirkiyê, Wazereta Çandinî û Jaliyê ya Tirkiyê, Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyayê, FETO, Hewldana Akademisyenên Aştiyê, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de