15:42 22 Sibat 2018
Zindî
    Şaredarî - kayyum - kayum

    Hikûmet ji bo şaredariyan wê karibe kayûm tayin bike

    Twitter
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikûmeta AKPê bi Biryarnameya di hukmê Yaseyê de wê karibe dest deyne ser mal û milkên şaredariya û wê li şûna şaredaran kayûm nîşan bike.

    Navenda Nûçeyan — AKPê vê sibê Biryarnameya di hukmê Yaseyê ya hejmar 674 aşkere kir. Li gorî vê biryarnameyê şaredar, wekîlê şaredar û endamên meclîsa şaredariyê heke ku ji erka xwe bên dûrxistin, Wezareta Karê Hundir an jî walîtî dikare li şûna wan hin kesên din erkdar bikin. Weke tê zanîn ev guhertin demeke berê ji hêla hikûmeta AKPê ve hatibû rojevê û weke pêşnûme şandibû parlamenê lê piştî demekê paş ve kişandibû.

    Di çarçoveya biryarnameyê de her wiha walîtî heke diyar bike ku şaredariyê yan jî saziyek bi wê ve girêdayî derfetên şaredariyê ji bo bûyerên ‘terorê' yan jî tundûtujiyê bikar anîbin wê karibe dest deyne ser mal û milkên şaredariyê.

    Bi heman mijarî:

    'Heke ku kayyum werin wê şer gurtir bibe''
    Heyeta Kayyum dîroka kongreya MHPê eşkere kir
    Ji bo rêvebiriya Boydak Holdîngê kayyum hate tayînkirin.
    DBP: ‘’Me mirin jî daye ber çavên xwe, kayum..’’
    Etîketan:
    şaredarî, Kayum, kayyum, Wezareta Karê Hundir, Biryarnameya di hukmê Yaseyê de, AKP
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de