08:52 24 Çile 2018
Zindî
    Li Kutahyayê êrîş birin ser karkerên kurd

    Li Orduyê êrîşî karkerên kurd kirin

    © Foto: DHA
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komeke êrîşkar li Orduyê êrîş birin ser karkerên kurd ên demsalî û keya û birayê wî birîndar kirin ku xwestin pêşiya êrîşkaran bigirin.

    Ordu — Kurdên li navçeya Golkoy a Orduyê ku karê komkirina bindeqan dikin rastî êrîşê hatin. Koma êrîşkar bi beran êrîş birin ser ciyên ku karkerên kurd lê dimînin. Koma êrîşkar camên malên karkeran şikandin û 6 karker ji hêla leşkeran ve bi wesiyatên zirxî ji malên wan hatin derxistin û birin qereqolê. Hate zanîn ku karker ji Amedê ne û ji bo komkirina bindeqan çûne Orduyê.

    Di vê navberê de keyayê taxa Damarliyê Metin Çelenk û birayê wî Tekin Çelenk ji hêla êrîşkaran ve bi kêran hatin birîndar kirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Bayburtê êrîşî xwendekarên kurd kirin
    Li Kutahyayê êrîşî karkerên kurd kirin
    Bi hinceta ku kurd de êrîşî xortekî kirin
    Etîketan:
    karkerên demsalî, Tekin Çelenk, Metin Çelenk, Amed, Taxa Damarli, Golkoy, Ordu
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de