08:03 24 Îlon 2017
Zindî
    Binali Yildirim

    Serokwezîrê Tirkiyê: Dibe ku di pêvajoya derbasbûnê de Esad muxatab were girtin

    © Foto: AA/ Binnur Ege Gürün
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 2210

    Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim got: "Dibe ku di pêvajoya derbasbûnê de (Serokdewletê Sûriyê) Esad weke mutaxab bê qebûlkirin lê di dahatûya Sûriyê de ciyê wî nîne".

    Navenda Nûçeyan — Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim bi rojnamegerên biyanî re civîneke lidar xist. Yildirim di civînê de got: ""Dibe ku di pêvajoya derbasbûnê de Esad weke mutaxab bê qebûlkirin lê di dahatûya Sûriyê de ciyê wî nîne". Yildirim derbarê îadeya Gulen de diyar kir ku "Em ji DYAyê dixwazin ku îadekirina Gulen bileztir bike". Bername li bexçeyê Qesra Vahdettin pêk hat û alîkarê Serokwezîr Mehmet Şîmşek jî amade bû.

    21 nûnerên rojname, televizyon û ajansên li welatên weke DYA, Îngiltere, Almanya, Fransa, Çîn, Japonya û Qeterê beşdarî civînê bûn.

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: "Wê Cîgirê Serokê Amerîkayê Jeo Biden jî were"
    Yildirim: "Mehmet Akif jî û Nazim Hikmet jî li wir bûn"
    Yildirim, Kiliçdaroglu eciband
    Kiliçdaroglu ji Yildirim re got: "Ez ê werim mîtingê"
    Serokwezîr Yildirim serdana Sererkaniya Giştî kir
    Etîketan:
    Beşar Esad, Fethullah Gulen, Mehmet Şimşek, Binali Yildirim, Sûriye, Qeter, Japonya, Çîn, Fransa, Îngiltere, DYA, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de